​​​​​​​Tebqa di salvegera rizgarkirina xwe ya 5’an de, planên fitneyê têk birin

Piştî 5 salan ji rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, li bajêr û gundewarên wê tevgereke berbiçav a jinûve avakirin heye, di hemû aliyên jiyanî de gavên mezin hatine avêtin, di heman demê de ji ber hevgirtina gel bi Hêzên Ewlekariya Hindirîn re, hemû planên derxistina fitneyan hatin têkbirin.

​​​​​​​Tebqa di salvegera rizgarkirina xwe ya 5’an de, planên fitneyê têk birin
9 gulan, 2022   23:36
TEBQA-EBDUREHMAN EL-SALIH

Şervanên QSD'ê di 10 Gulana 2017'an de dawî li tarîtiya DAIŞ'ê li Tebqa û gundewarên wê anî, ku DAIŞ’ê sûcên hovane li dijî welatiyên wê bi kar dianîn.

Bajarê Tebqayê yek ji girîngtirîn bajarên geştiyarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tebqa li ser çemê Firatê ye û ew xwedî cihên dîrokî ye weke kelha Caber, her wiha bendava Tebqayê ya ku kehrebe dide herêmê.

Piştî ku Tebqa hat rizgarkirin, Rêveberiya Sivîl a demokratîk hat avakirin û erka jinûve avakirina bajêr girt ser xwe.

Rêveberiya Tebqayê beriya her tiştî dest bi paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer kir, kolanên sereke ber bi çûn û hatinê ve vekirin. Her wiha ji bo bajarê Tebqa û gundewarên wê şaredarî, 10 meclis û 169 komîn hatin avakirin.

Şaredariya Tebqayê jî ji bo bajêr û gundewarên wê 9 şaredarî ava kirin, ew hemû şaredarî jî xizmetên pêwîst pêşkêş dikin, bajarok û gundan bi rêxistin dikin.

‛TEVÎ HEMÛ GEFAN, XEBATÊN XIZMETGUZARÎ DEWAM DIKIN’

Tevî hemû gefên derve û dorpêçê, xebatên xizmetguzarî di nava 5 salên rizgarkirinê de ranewestiyan e. Komîteya şaredariyan xizmetên ji bo gel, di serî de projeyên avakirina rîgarên avê, pir, sererastkirin û qîrkirin, ronîkirina rê û boyaxkirina peyarêyan, her wiha sererastkirina çerxerêyan kirin.

Heta niha komîteya şaredariyan 4 pirên sereke sererast kirin, 15 kenalên (rîgar) ava baran û çandiniyê sererast kirin. Rêya di navbera bajarê Tebqa û bajarokê El-Cirniyê de ya bi dirêjahiya 30 km qîr kir. Bi 30 mitre kab hemû rêyên li hundirê bajêr qîr kir.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Kanûna 2021'an de ava çemê Firatê li ser herêmê qut kir, tîmên avê li herêma Tebqayê par çareseriyên demkî ji bo peydakirina avê pêk anî. Ji bo Tebqa û gundewarên wê 20 stasyonên avê ku 11 ji wan wêran bûbûn û beşeke din jî rastî dizî û talaniyê hatibûn xisin xizmetê.

Şaredariya gel a Tebqayê li bajêr 10 çarxerê ava kirin, di heman demê de kolanên bajarê Tebqa û bajarokên El-Cirniyê û El-Mensûra ronî kirin, peyarê jî sererast kir.

Di heman demê de beşa jîngehê ya şaredariya gel a Tebqayê 150 park sererast kirin, ji wan 90 park li Tebqayê  û 60 li gundan in, li wan parkan darên xemilandinê û gul hatin çandin.

ALIYÊ PERWERDEYÊ

Li Tebqayê 13 dibistan ku hatibûn wêrankirin ji nû ve hatin avakirin. Li gor bîlançoyên dawî, di 2022’yan de li Tebqa û gundewarên wê 237 dibistan deriyên xwe li ber 49 hezar xwendekar, hezar û 680 mamosteyan vekirin.

Ji bo dewamkirina proseya xwendinê jî, 25 odeyên biçûk ên perwerdeyê li gundên dûrî herêma Tebqayê hatin avakirin.

ALIYÊ TENDURISTÎ

Komîteya tenduristî kar li ser jinûve avakirina Nexweşxaneya Wetenî kir, di wê nexweşxaneyê de çeteyan satirên şer lêkiribûn û ji ber şer ziyan dîtibûn. Komîteya tenduristî hemû alavên pêwîst ji bo nexweşxaneyê peyda kirin û gelek beşên weke nexweşiyên zarokan, jidayikbûn, destwerdana lezgîn û beşa şewatê vekirin.

Her wiha komîteyê beşa destwerdana lezgîn li Tebqayê berfireh kir, li gelek cihan navendên tenduristî vekirin, ambolansên gerok jî ji bo dermankirina nexweşên Laşmanya û hişyarkirina şêniyan xiste tevgerê.

Di dema Koronayê de komîteya tenduristî navendeke karantînayê vekir, gelek hemleyên paqijiyê û hişyarkirinê jî pêk anîn.

Par 4 navendên tenduristî li gundên El-Siwêdiye, Mezreet El-Sefsafa, Til Osman û El-Cirniyê hatin avakirin. Li wir xizmetên tenduristî tên pêşkêşkirin, di heman demê de amadekariya vekirina navendên tenduristî li gundên El-Huriyê, El Sefsafa Jêrîn, Şemisedîn, û El-bû Asî li gundewarên Tebqayê tê kirin.

ALIYÊ ÇANDINÎ

Piraniya welatiyên Tebqa û gundewarên wê debara jiyana xwe di çandiniyê de, darên berhemdar û sebze û malên bilastîk dikin.

Cotkarên başûrê Tebqayê ji bo avdana zeviyên xwe bîran bi kar tînin. Komîteya çandiniyê ya Tebqayê ji bo serxistina mûwsimên çandiniyê sotemenî, semad, dermanên kêzikan û tov li cotkaran belav dike.

Her wiha komîteya çandiniyê gelek projeyên malên bilastîk pêk anîn, destek da çandina darên berhemdar, genim û kartolan û xwediyên sewalan. Komîteyê ji bo çandina genim ruxset da çandina 207 hezar donim zevî.

Kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bandoreke neyînî li çandiniya Tebqayê kiriye. Dewleta Tirk avê wek çekê li dijî welatiyan bi kar tîne.

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Tebqayê Mezlûm Omer ji ajansa me re got: "Tevî hemû êriş û hewldanên têkbirina aramiya herêmê, kar û xebatên komîte û rêveberiyan dewam dike."

Omer bal kişand ser guhertinên dawî yên di nava komîteyan de û got: "Komîteya Aborî di salên derbasbûyî de di nava çend komîteyên din de kar dikir, lê bi biryara Rêveberiya Xweser komîteya çandinî û aborî ji hev hatin cudakirin. Her wiha komîteya enerjî hat avakirin ku ber weke rêveberiya kehrebeyê kar dikir."

LI HERÊMÊ ISTIQRARÎ

Tevî gefên li ser herêmê û tevgera şaneyên DAIŞ'ê û hewldanêna derxistina fitneyan, lê hevgirtina gel bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hemû plan têk birin.

Şêxê êla El-bû Misera, Feysel Cuma El-Ehmed 5'emîn salvegera rizgarkirina Tebqayê li hemû gelên herêmê pîroz kir.

Şêx Feysel Cuma El-Ehmed got: "Şêxên herêmê bi roleke sereke rabûn, hevgirtina şêxan bi QSD'ê re bû sedema misogerkirina ewlehî, aştî û aramiya li herêmê."

El-Ehmed piştrast kir ku ew ê hevgirtina xwe biparêzin, li ser şopa şehîdan bin û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Der barê plan û armancên dewleta Tirk a dagirker jî El-Ehmed got: "Her kes xeteriya dewleta Tirk a dagirker nas dike ku hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe. Wê projeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş a pêkhateyan pêk anî. Ev model nakeve xizmeta berjewendiyên hêzên kapîtalîst, ji ber wê şerê wê projeyê dikin."

Di dawiyê de şêx Feysel Cuma El-Ehmed bal kişand ser hevgirtina gel bi hêzên leşkerî ji bo parastina aramiya herêmê û projeya neteweya demokratîk ku ev proje bi fedekariya şehîdan pêk hat û divê were parastin.

(şt)

ANHA