​​​​​​​Hêzên Îranê li Sûriyê, li şûna hêzên Rûsiyayê bi cih bûn

Careke din behsa têkliyên di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de tê kirin. Çavkaniyên Îsraîlê gotin di demekê de di navbera Îsraîl û Rûsyayê de der barê rewşa Ukrayna de nakokî derketine hêzên Îranê li Sûriyê cihê hêzên Rûsyayê digirin. Gelo ev yek ji ber armancên sereke yên Rûsyayê hatine guhertin, an jî zexteke Rûsî li ser Îsraîlê ye? tu guhertineke din di têkliyên di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de çêbûne?

​​​​​​​Hêzên Îranê li Sûriyê, li şûna hêzên Rûsiyayê bi cih bûn
10 gulan, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Çavkaniyên Îsraîlê hefteya borî gotin, hêzên Îranê çend cihên ku beriya niha hêzên Rûsyayê li Sûriyê kontrol dikirin, girtine. Li gor pêşbîniyan dibe ku êrişên li ser baregehên Amerîkayê li Sûriyê zêde bibin..

Li gor çavkaniyên Îsraîlê, hebûna hêzên Pasarên Îranê li Sûriyê dihêle ku şandina çekan ji bo çekdarên alîgirên Îranê li Lubnanê zêde bibe. Ev yek jî dê bihêle Îsraîl êrişên xwe li ser kameyonên çekan li Sûriyê zêde bike.

RÛSYA HÊZÊN XWE LI UKRAYNAYÊ KOM DIKE

Li gor raporên cîhanê, Rûsya ji bo ku tevger û hejmara hêzên xwe li Ukraynayê zêde bike, beşek ji hêzên xwe yên li Sûriyê vekişandiye.

Li ser vê yekê pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Iyad El-Mecalî wiha got: "Gurbûna şerê li Ukraynayê bandoreke mezin li siyaseta derve ya Rûsyayê û armancên wê yên sereke kiriye, di armancên Rûsyayê yên siyasî û aborî de guhertin çêbûne."

El-Mecalî diyar kir ku rewşa heyî û hevsengiyên hêzan ên ku guhertinên siyasî bi xwe re tîne, nabin sedem ku Rûsya nêrîna xwe li Sûriyê biguherîne û dest ji rola xwe ya giyosiyasî di parastina berjewendî û destkeftiyên siyasî li Sûriyê de berde.

HEBÛNA ÎRANÊ LI SÛRIYÊ NABE ALTARNATÎFA RÛSYA

Çavkaniyên Îsraîlê gotin hemwextî vekişîna hêzên Rûsyayê, komên alîgirên Îranê bi serpereştiya endamên hêzên Pasdarên Îranê dest bi avakirina baregehên nû kirine.

Li gor şîroveyan, vekişîna hêzên Rûsyayê, hesabên Îsraîlê li Sûriyê naguherînin, Îsraîl parastina hevsengiya siyasî ya di navbera Amerîk û Rûsyayê de dike.

Mecalî dibîne ku siyasetên Îran û Rûsyayê li Sûriyê tevî hin hevbeşiyan ji hev cuda ne, Îran xwedî siyaseta berfirehbûnê  li herêmê ye û nabe altarnatîfa Rûsyayê li Sûriyê.

El-Mecalî Ev tişt jî anî ziman: "Welatên rojava hêsankarî ji bo Îranê çêdikin, kiryarên wê yên herêmî û destwerdana wê ya yekser di karûbarên Yemen, Iraq û Sûriyê de dide aliyekî û rê ji bo pêkanîna lihevkirinekê der barê bernameya wê ya nukleerê û rakirina cezayên aborî de vedike. Li beramber wê jî Îran piştgirî bide helwesta welatên rojava der barê Ukraynayê de."

NAKOKIYA DI NAVBERA RÛSYA Û ÎSRAÎLÊ DE LI UKRAYNAYÊ

Li gorî hin raporan, Îran ji bo berfirehkirina serweriya xwe li Sûriyê bi israr e, Rûsya rê li ber digirt, lê şerê li Ukraynayê hişt ku Rûsya siyaseta xwe ya berê ku li ser hevsengiyan di navbera welatên destwerdanê di karûbarên Sûriyê de dikin de guhert, dibe ku Rûsya bi vê yekê zexta xwe li ser Îsraîl û welatên rojava zêde bike.

Rageşiya di navbera Rûsya û Îsraîlê de der barê hin dosyayan de, ya herî dawî daxuyaniya wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov, ku Îsraîlê weke naziyên nû bi nav kiribû, her wiha piştgiriya leşkerî ji bo hêzên Ukraynayê û dûrxistina Rûsya ji Meclisa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, zêde bûye.

Beriya niha berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova gotibû, "Li Ukrayanayê çeteyên Îsraîlî hene, li kêlek komên Azov şer dikin."

Şerê daxuyaniyan di navbera Rûsya û Îsraîlê de zêde bûye, taybet dema ku Sergey Lavrov gotibû, koka serokê naziyan Adolv Hitler Cihû ye.

Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê jî bang li balyozê Rûsyayê kiribû û jê xwestibû, daxuyaniya Lavrov şîrove bike û lêborînê bixwaze.

NÊRÎNEKE CUDA JI ŞAMÊ DE.. LIHEVKIRINA MAYÎNDE Û ARMANCÊN HEVBEŞ

Nivîskarê siyasî yê Sûrî Ehmed El-Dirzî ku li Şamê dimîne ji ajansa me re got: "Tevî hemû nûçeyên ku dibêjin di navbera Rûsya û Îranê de li Sûriyê nakokî hene, lê ya rastî ew e nakokî ne mezin in, lihevkirina her du aliyan ji destpêkê ve eşkere ye."

Ehmed El-Dirzî ev tişt jî anî ziman: "Berevajî vê yekê, agahî hene ku şêwirmendên leşkerî yên Îranê li Sûriyê kêm bûne. Îran girîngî dide herêmên çolistana Sûriyê û çend herêmên rojhilat, li wir jî pişta xwe bi hêzên xwebexş yên ji artêşa Sûriyê, yan bi rêya lihevkirinên leşkerî yan jî ji hêla hêza leşkerî ya ji Iraq û Afganistanê ve."

El-Dirzî diyar kir ku " Îran dixwaze Tehranê bi Sûriyê û Iraqê ve girê bide. Ji ber wê girîngî dide herêmên rojhilatê Sûriyê, piştre Îranê bi Afganistan û Çînê ve girê bide, ji bo ku bibe kembera çînî. Hêzên Amerîkayê jî ji bo rê li ser vê yekê bigirin li Tenefê bi cih dibin."

(şt)

ANHA