Hêzên dagirker êrişî gundên Şehbayê dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi dijwarî êrişî gundê Semûqa yê kantona Şehbayê dikin.

Hêzên dagirker êrişî gundên Şehbayê dikin
9 gulan, 2022   06:07
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Semûqa yê kantona Şehbayê topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şeva din di saet 00:15`an de gundê Zîwanê û di saet derdora 00:30`an de jî gundê Şealê yên girêdayî kantona Şehbayê bi çekên giran hedef girtibûn.

(cx)

ANHA