​​​​​​​Li Şehbayê sibe komxebatek li ser sûcên dewleta Tirk li dar dikeve

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî, sibe komxebatek li kantona Şehbayê li dar dikeve.

​​​​​​​Li Şehbayê sibe komxebatek li ser sûcên dewleta Tirk li dar dikeve
8 gulan, 2022   23:38
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Bi mijara sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê bi hevkariya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) amadekariyên lidarxsitina komxebatekê dikin.

Komxebat wê sibe (10`ê Gulanê) bi dirûşmeya "Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk  de û berjewendiyên navneteweyî " li kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê were lidarxistin.  Di komxebatê de wê sê mijarên sereke werin şîrovekirin; danasîna dîrok û erdîngariya Efrînê, sûcên dewleta Tirk a dagirker li gorî qanûnên navneteweyî, çareserî û rêbazên bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê. Komxebat wê bi encamnameyê bi dawî bibe.

Têkildarî mijarê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê  û endamê komîteya amadekar a komxebatê Îbrahîm Şêxo ji ANHA'yê re axivî.

Îbrahîm Şêxo di destpêkê de îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser Efrînê ve zextê li medyayan dike da ku sûcên xwe veşêre.

Şêxo diyar kir ku armanc ji komxebatê ew e ku dengê koçberên Efrînê yên li Şehbayê bighîne aliyên navneteweyî yên peywendîdar û balê bikişînin ser sûcên ku li dijî şêniyên Efrînê têne kirin.

Têkildarî kesên ku dê tev li komxebatê bibin, Îbrahîm Şêxo da zanîn ku hejmarek siyasetmedar û hiqûqnasên ji Sûriyê wê beşdarî komxebatê bibin û gelek siyasetmedar û hiqûqnasên ji Amerîka, Ewropa, Misir, dewletên herêmî û Başûrê Kurdistanê hatin vexwendin ku bi rêya online beşdar bibin.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê têkildarî daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên vegera milyon û nîv welatiyên sûrî li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ku wekî herêmên ewle nîşan dide, nameyek ji sekretêrê giştî Neteweyên Yekbûyî re şandine.

Şêxo destnîşan kir ku wan rastiya sûc û binpêkirinên ku têne kirin ji raya giştî re eşkere kirine û got, armanc ji siyasetên dewleta Tirk ew e ku tevliheviyê di navbera Ereb û kurdên li herêmê de derxîne ku heta demeke dirêj dewam bike.

Şêxo bi bîr xist ku ew bi vegera ewle ya welatiyên Sûriyê li warê xwe re ne, lê li dijî guhertina demgorafî ne ku Tirkiyê pêk tîne. Şêxo banga derxistina dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyê kir.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê û endamê komîteya amadekar a komxebatê Îbrahîm Şêxo got, di dawiya komxebatê de dê komîteyek were avakirin da ku biryarên di komxebatê de werin girtin bişopîne û ji aliyên têkildar re bişîne da ku  zextê li dewleta Tirk  bikin ku ji herêmên dagirkirî  derkeve.

(bx)

ANHA