ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2022
8 gulan, 2022   23:00

-Şêniyên Dêrikê şehîd Rojda li Goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 10:00'an.

-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), semînerekê li ser şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratejiyên sekna li hemberî wê, li baxçeyên Xwendinê yê bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎME).

-Şêniyên bajarê Hesekê endama Kongra Star Malda Kûsa di salvegera 3'yemîn a şehadeta wê de li Goristana Şehîdan a li gundê Şercî bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎME).

- Xalid Berkel destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser rêya rizgarkirina gelê Sûriyê ji krîzê ye û got, rejîma Şamê bi zihniyeta xwe ya înkarkirin û dûrxistinê ve girêdayî û tu çareserî li gel wê tune ne. (BI WÊNE Û DÎME).

- Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî, sibe komxebatek li kantona Şehbayê li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎME).

- Li Şengalê PDK'ê dixwaze berxwedana gel a li dijî artêşa Iraqê berovajî bike û armanca sereke ya çalakgeran biguhere. Bi vê armancê gelek kesên girêdayê PDK’ê ku beşek ji wan pêşmerge ne, di nav çalakiyan de hatine bicihkirin da ku berê çalakgeran bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê. (BI WÊNE Û DÎME).

ÇAND Û HUNER

- Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û Komîteya Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê amadekariya lidarxistina 6`emîn mîhrîcana Osman Sebrî dikin. (BI WÊNE Û DÎME).

RAPOR

- Hikumeta Şamê ji bo wesayîtên veguhestinê biryara da ku parên sotemeniyê kêm bike. Bi vê biryarê re aloziya veguhestinê kûrtir bû. Lêkolînerekî aboriya siyasî hişyarî da ku di demên pêş de aloziya aborî girantir bibe.

- Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê di çarçoveya şerê  Xezwet El-Sair Lîlşeyxeyn an ku "Şerê tohildana herdu şêxan" de gelek pirsnîşan derxistin pêş. Di encamê de eşkere dibe ku DAIŞ sûd ji êrişên dewleta Tirk ên li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire da ku vegere.

ANALÎZ

-Hikûmeta Kazimî vê carê xwest li ser navê Tirkiye û PDK’ê fermana 74’an a li dijî civaka Êzidî pêk bîne. Dema ku YBŞ/YJŞ û gel hêza xwe bi berxwedanî kirin yek, plana ku hatî amedekirin pûç bû. Dema hêza Kazimî û îtifaqa Tirkiyê û PDK’ê eriş kirin, dizanin ku wê YBŞ/ YJŞ li ber xwe bide. Tişta ku hesab nekirin ew bû ku gel di vê berxwedanê de li kêleka hêzên YBŞ/YJŞ’ê cih bigrin û dest bi berxwedanê bikin.

ROJHILATA NAVÎN

- Celal Zenatî diyar kir ku gelên herêmê ji ber mudaxeleyên derve gelek êş kişandine û got: “Dem hatiye ku gelên herêmê li hember zêdegaviyên dewleta Tirk û partiya wî bibin yek.” (BI WÊNE).

ANHA