KPC-D a Helebê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin

KPC-D a Helebê bi daxuyaniyekê êrişên hikumeta Kazimî yên bi desteka PDK'ê yên li ser Şengalê şermezar kirin.

KPC-D a Helebê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin
8 gulan, 2022   13:58
HELEB

Bertekên li dijî êrişên hikumeta Kazimî yên bi desteka PDK' li ser Şengalê zêde dibin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokatîk (KPC-D) a Helebê daxuyaniyek da.

Endamên KPC-D û bi dehan mamoste li ber navenda xwe ya li beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Endama rêveber a KPC-D Ayşe Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmeke diyar a Sûriyê derbas kirin û li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn û xaka wê pêk tên. Her wiha hate diyarkirin ku ev êriş sînorên mirovahiyê derbas kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên li dijî Şengal û şêniyên wê bi armanca vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye. Her wiha îşaret bi destekdayîna bêsînor a dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re hate kirin û ev tişt hate domandin: "Ev destekdayîn ji her kesî re eşkere ye, têkiliya her du aliyan li ser sûcên terorîst, wêrankirina destkeftiyên gelan e, ne tenê li Şengalê, lê belê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê  ava bûne."

KPC-D bang li hemû sazî û aliyên peywendîdar kir ku zextê li komplogerên li dijî Şengalê, di serî de dewleta Tirk a dagirker bikin û got, berxwedanî rêya herî guncaw a sekina li hember van êrişan e.

(fr)

ANHA