Li Dêrik serjimarî didome, li Gikê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi dawî bû

Li Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa xebatên hijmartina şêniyan didome û li navçeya Dêrikê jî tê payîn ku îro êvarî bi dawî bibe.

Li Dêrik serjimarî didome, li Gikê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi dawî bû
8 gulan, 2022   13:35
QAMIŞLO

Li herêma Dêrikê û Beravê xebatên jimartina şêniyan di roja duyemîn de berdewam dikin. Tê payîn îro bi dawî bibe.

Di xebata serjimêriyê de hejmara endamên malbatê yên niştecih, yên li derve, koçber û penaber, karên wan û navnîşann wan tên lêkolînkirin.

Ji bo berdewamkirina xebata serjimariyê, hemû sazî û navendên rêvberiya xweser ên navçeyên Dêrikê bi koordîneya bi komîn û meclisan re hatin rawestandin.

Li ser xebatên pêvajoya serjimariyê, hevseroka Nivîsîngeha Serijmariyê a herêma Cizîrê Buşra Şêxê ji ANHA'yê re got: "Pêvajoya serjimêriyê li herêma Dirkê û navçeyên wê di roja xwe ya duyemîn de didome. Tîmên serjimariyê di saetên sibê de bi hevkariya gel re, dest bi xebatê kirin û tu astengî derneket."

Buşra Şêxê destnîşan kir ku pêvajoya serjimêriya li herêma Dêrikê û naveyên wê îro êvarî bi dawî bibe.

(dx)

ANHA