Êrişên dagirkirinê bi xwepêşandaneke girseyî li Reqayê hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daketin qadan. Beşdaran anî ziman ku dijminê Tirk ferqê naxe navbera Ereb, Kurd û tirkmenan de û armanca wê dagirkirina xaka wan e.

Êrişên dagirkirinê bi xwepêşandaneke girseyî li Reqayê hatin şermezarkirin
8 gulan, 2022   13:26
REQA

Bi sedan şêniyên bajarên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li pêşiya baxçeyê Reşîd ê li naverasta Reqayê kom bûn û li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê derketin.

Şêniyên bajaran, şêx, rûspiyên eşîrên Ereb û kurdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan li qada agirkujiyê ya Reqayê veguherî mitîngê. Li wir cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û got, “Em xîtabî hemû gel, hikumet û rêxistinên navneteweyî dikin û dibêjin, kombûna me li vir berxwedana me nîşan dide. Fedekariyên şehîdên me ji qanûnên we bi hêztir e.”

El-Ebid banga hevgirtinê li gelê herêmê kir û wiha domand: "Di vê em destek bin û her kes ji me berpirsê vê seknê ye, dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dixwaze parçeyên nû ji xaka me qut bike. Ji Keseb bigire û heta bi Heleb, Mûsil û Kerkûk."

Hemdan El-Ebid îşaret pêk kir ku dewleta Tirk a dagirker ferqê naxwe navbera Kurd, Ereb û tirkmanan û armanca wê dagirkirina herêmê ye.

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd jî axivî û got: "Ji vî bajarê ku QSD`ê ji mezintirîn terora li cîhanê rizgar kiriye em  dibêjin tu kes nikare vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne. Em gelekî azadîxwaz û aştîxwaz in.''

Sîham Dawûd diyar kir ku xwepêşandana wan li dijî hemû cure dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê ne.

Sîham Dawûd bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha domand:  "Berxwedana gerîla rewa ye, ji ber ku parastina me hemûyan dike. Lê ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ve hevkariyek bi dewleta Tirk re heye. Ew baş dizanin ku ketina Şengalê tê wateya ketina Hewlêr û Bexdayê, heman demê zindîkirina dewleta Osmanî ye."

Di dawiyê de Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî artêşa Tirk û şerê qirkirinê têkoşînê xurttir bikin.

(eh)

ANHA