Li Sehil Xab 5 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê li herêma Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê bi moşekan wesayîteke çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirin hedef. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, 5 din jî birîndar bûn.

Li Sehil Xab 5 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin
8 gulan, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan wesayîteke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdorê gundê El-Qahîra yê Sehil Xab ê bakur rojavayê Hemayê kirine hedef, di encamê de 5 çeteyên "Artêşa El-Nasir" yê girêdayî "Eniya Rizgariya Nîştimanî" hatin kuştin û 5 din birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê şeva şemiyê-yekşem û vê berbangê bi moşekan êrişî herêmên Sifûhin, Filêfil, Fitêra, El-Bara, Kensefra û Bênîn ên Çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê kirin. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê digeriyan.

Di navbrea hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Kebane ya Çiyayê El-Ekrad ê gundewarê bakurê Lazîqiyê, bi çekên giran şer rûdabû.

 (dx)