Bavê şehîd Bahoz Jînda: Em di şerê man û nemanê de ne, divê her kes rabe serhildanê

Bavê şehîd Bahoz Jînda bang li gelê Kurd û dostên wî kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên noker, serî hildin û got: “Em di şerê man û nemanê de ne, divê em rêya şehîdan bişopînin û dûrî berjewendiyên şexsî bikevin.”

Bavê şehîd Bahoz Jînda: Em di şerê man û nemanê de ne, divê her kes rabe serhildanê
8 gulan, 2022   12:43
QAMIŞLO

Kesayeta welatparêz Dildar Yûsif di merasîma sersaxiyê ya kurê xwe şehîd Bahoz Jînda de axivî. Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Bahoz Jînda li navçeya Til Temirê vedabû.

Ji duh ve bi sedan şêniyên kantona Hesekê diherikin bin konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG`ê şehîd Bahoz Jînda. Şehîd Bahoz Jînda li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker di 22`ê Nîsanê de şehîd bûbû.

Bavê du şehîdan (Bahoz Jînda û Bahoz Til Temir) di bin konê sersaxiyê de îşaret bi têkoşîna li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevbeşiya PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, kir.

Şehîd Bahoz Jînda birayê biçûk ê şehîd Bahoz Til Temir e ku 2015`an di bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser navçeya Til Temirê de şehîd bûbû.

Dildar Yûsif wiha axivî: "Kurê min Bahoz Jînda ruxmî temenê xwe yê biçûk xwest tola birayê xwe hilîne û soza şopandina rêya birayê xwe Bahoz Til Temir û hevalên wî da. Wî her tim digot ji bo parastina destkeftiyên Tevgera Rizgariya Kurdistan û azadiyê gelê xwe, ew ê çeka birayê xwe rake."

Yûsif wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya Tirk ew e ku tola gelê me yê rastî gelek komkujî û qirkirinan hatî, rake û ji bo azadiyê têbikoşin. Êrişên nû yên li herêmê bi armanca qirkirina gelên bindest û zindîkirina xewnên pêşiyên xwe yên Osmanî pêk tên."

Dildar Yûsif îşaret bi xiyaneta PDK`ê kir û got: “Wan xwe firotiye dijminê Kurdan û nizanin ku ew bi saya van şehîdan heta niha mane. Sozên ku didin wan jî li ser hesabê xwîna şehîdan e. Divê baş zanibin ku dema ev berxwedan bi dawî bibe, wê dawiya wan jî were. Lê niha dagirker wan tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Em bang li PDK`ê dikin ku dev ji xeta xiyanetê biqere.”

Dildar Yûsif bang li gelê Kurdistanê û di serî de Kurd kir ku rastiya rewşê û rastiya gerîlayên ji bo parastina wan cane xwe feda dikin, nas bikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku ev şerê man û nemanê ye, divê destekê bidin ewlad û hêzên xwe û her wiha rêya şehîdan bişopînin.

Bavê du şehîdan di dawiya axaftina xwe de teqezî bi wê yekê kir ku divê gelê Kurd hezkirina vê xakê di dilê ewladê xwe de biçîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê 5`ê Gulanê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê HPG`ê Bahoz Jînda û 3 hevalên wî yên li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir.

(eh)

ANAH