'Meşa Rûmetê' li dijî dagirker û nokeran bersiveke xurt bû

Endama Komîteya Amadekar a 'Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û îxnetê' destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi hêzeke mezin tevlî meşê bûn. Remziye got ku ev herikbarîn li dijî dagirker û nokeran bersiveke xurt û helwesteke bi hêz û berxwedêr bû.

'Meşa Rûmetê' li dijî dagirker û nokeran bersiveke xurt bû
8 gulan, 2022   08:14
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo di 5`ê Gulanê de bi tevlîbûna bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên hevkar ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û piştgirîdayîna berxwedana gerîla, 'Meşa Rûmetê li dijî dagirkerî û îxanetê' hat lidarxistin.

Meş bi durûşmeya 'Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin' pêk hat.

Têkildarî mijarê endama Komîteya Amadekar a 'Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û îxanetê' û berdevka Koordînasyona Kongreya Star Remziye Mihemed ji ajansa me re axivî.

Remziya Mihemed destnîşan kir ku tevlêbûna pêkhateyên ji hemû bajarok, navçe û bajarên herêma Cizîrê, helwesteke bi hêz û berxwedêr bû û got: “Gel bi hêzeke mezin tevlî meşa rûmetê bû. Di meşê de wêneyên şervanan, gerîla, şehîdan û wêneyên Abdullah Ocelan û al û sembolên kurdî hatin rakirin. Ew meş ji îxanetkar û dagirkeran re bersiveke xurt bû.”

Remziya Mihemed bal kişand ser hûrgiliyên meşê û got: “Di meşê de dayîkan bi rakirina pêlavên gerîlayên HPG/YJA Starê yên ku li hemberî îxanet û êrişên qirkirinê di nava şerekî mezin de ne, piştgirîdayîna xwe ji bo berxwedana gerîla nîşan dan.”

Remziya Mihemed da zanîn ku her meşevanek bi hest û rengê xwe li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê berteka xwe nîşan da û got: “Herî zêde ji sekna dayikan hat xuyakirin ku êdî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweseriya xwe bi dest xistiye.”

Remziya her wiha îşaret bi peyama ku di meşa rûmetê de hatiye dayîn kir û ev tişt anîn ziman: “Gel tu carî gerîla û şervanên xwe bê piştgirî nahêle. Di meşê de yekitiya pêkhateyan derket holê û bi taybetî ya Kurd û Ereban. Dema ev pêkhate bi hev re bêjin 'em ê li beramberî dagirkerî û îxanetê li ber xwe bidin' ev tê wateya ku projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş bûye.”

Girêdayî çalakiyên li dijî dagirkerî û îxanetê Remziya Mihemed got: “Dê çalakiyên bi vê rengî dewam bikin û dê hemû qad veguherin cihên berxwedanê.”

(sb/cx)

ANHA