Di Nîsanê de li Efrîna dagirkirî 44 welatî hatin revandin

Di Nîsana borî de çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di nav de jin bi giştî 44 welatî ji kantona Efrînê revandin û zêdetirî 500 darên zeytûnan birîn.

Di Nîsanê de li Efrîna dagirkirî 44 welatî hatin revandin
8 gulan, 2022   01:55
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta guhertina demgrafiya kantona Efrînê didomînin. Li kêleka avakirina avahiyên mêtîngeriyê û koçberkirina şêniyên resen, sûcên herî qirêj li dijî mirov û xwezayê pêk tînin.

Di meha Nîsana borî de îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Polîsên leşkerî" û çeteyên El-Emşat 7 welatî ji navçeya Şerayê revandin.

Welatiyên hatine revandin ev in: Arif Nebî Dawud (32), Ehmed Leyla, Hesan Berazî (23), Fethî Mihemed Elî, Ferhad Mehmûd Xoce (40), Şaban Ehmed Xelîl (57) û Mihemed Nebî Mecîd (35).

Her wiha 7 welatî ji navçeya Cindirêsê û gundewarên wê revandin. Navên wan wiha ne: Qazqulî Hesen, Şiukrî Xelîl Îbrahîm, Mihemed Menan Fayiq, Mihemed Nûrî Xelîl (35), Henan Elûş Şêxo (32), Xelîl Ehmed Îsa (33) û Faris Mistefa Hemze.

Li navçeya Bilbilê jî çeteyên "Polîsên leşkerî" û "Polîsên sivîl" 7 welatî revandin. Navên wan wiha ne: Mihemed Mamo Amr (47), Menan Bîlal Hemo (40), Wîdan Bîlal Hemo (30), Remzî Reşîd Hemo (27), Luqman Hemdî Hesen, Ehmed Mihemed Eteş (30) û Mihemed Xelîl Eteş (25).

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên El-Hemzat û çeteyên "Ewlehiya leşkerî û polîsên leşkerî" 5 welatî revandin. Navên wan wiha ne: Yûsif Mehmûd Osman, Elî Ebdo, Xelîl Mihemed Omer (31), Xeyrî Welîd Omer (33) û Hesen Xidir Xidir (41).

Li navçeya Mabata jî çeteyên "El-Cebhe El-Şamiye" û çeteyên "Polîsên leşkerî" 6 welatî revandin di nav de jinek heye. Navên revandiyan wiha ne: Dildar Îbrahîm Çolo (34), Mihemed Şukrî Şêx Seydî (28), Mistefa Mihemed Eltane, Cîhad Sebrî Dawud, Mihemed Kaso (32) û Arîn Fexrî Mislim (35).

Li navçeya Raco jî çeteyên  "Polîsên leşkerî'' û ''Polîsên sivîl" 3 welatî revandin. Navên wiha ev in: Hesen Mihemed Emar (45), Sebrî Yûsif Çolaq (70) û Elî Ehmed Kaşî (27).

Li navenda bajarê Efrînê jî çeteyên dewleta Tirk 3 welatî revandin. Navên wan wiha ne: Îbrahîm Îbrahîm Ebdo, Mihemed Samî (30) û Şiyar Samî (27).

Şêniyên Efrînê yên ku penaberî Tirkiyê bûne jî têne tengavkirin. Di meha Nîsana borî de îstixbaraên dewleta Tirk li Stenbolê 6 welatî revandin, navê wan wiha ne: Mistefa Hisên Casim (60), Munzir Nûrî Reşo (30), Mihemed Bekir, Amir Ednan Bekir, Ednan Bekir. Li bajarê Ezazê welatiyê bi navê Luqman Birîm Hesen (47) revand.

ZÊDETIRÎ 500 DAR HATIN BIRÎN

Di meha Nîsana borî de çeteyên dewleta Tirk 35 darên zeytûnan ên ayîdê jinbiya bi navê Suhêla Xelîl a ji gundê Amûro yê girêdayî navçeya Mabata ye, birîn.

Li gundê Tirndê yê navenda bajarê Efrînê, çeteyên dewleta Tirk 12 darên bihîvan ên welatiyê bi navê Hisên Mihemed Mihemed birîn.

Li gundê Şêxtiko yê Mabatayê jî çeteyên bi navê "El-Nuxbe" 12 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mistefa Xelîl Seydo birîn.

Di 13`ê Nîsana borî de çeteyên dewleta Tirk 35 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihemed Îsa ku ji şêniyên gundê Eyn Hecre yê girêdayî navçeya Mabatayê birîn.

Di heman dîrokê de çeteyên ''Sultan Mûrad'' 375 dar birîn. Ji wan 350 dar ên welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Îbiş û 25 dar ên Celal Omer ên ji gundê Bîla yê girêdayî navçeya Bilbilê ne.

Li gundê Kobaka yê navçeya Mabata jî çetyên ''Lîwa El-Şemal'' 30 darên zeytûnan ên ayîdê welatiyê bi navê Silêman Hemîd birîn.

(bx)

ANHA