​​​​​​​Rojnamevanekî urdinî: Divê gelên herêmê li hember komkujiyên dewleta Tirk bibin yek

Rojnamevan û nivîskarê urdinî Redad El-Qelab destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê komkujiyên berê yên li dijî gelên herêmê pêk anîne, dubare dike. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku bibin yek û li hember komkujiyên dewleta Tirk bisekinin.

​​​​​​​Rojnamevanekî urdinî: Divê gelên herêmê li hember komkujiyên dewleta Tirk bibin yek
8 gulan, 2022   03:10
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Piştî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê, dewleta Tirk a dagirker ji 7`ê Nîsanê ve, êrişên herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Heman demê êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

'KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK DEWAM DIKIN'

Der barê mijarê de rojnamevan û nivîskarê urdinî Redad El-Qelab wiha got: “Dewleta Tirk ji zêdetirî 100 salan ve komkujiyan li dijî gelên herêmê, di nav de Ermen pêk tîne. Ev sûcên wê yên li dijî gelê Kurd jî bi hevkariyeke biguman a civata navneteweyî berdewam in.”

El-Qelab destnîşan kir ku dewleta Tirk hîna komkujiyan li dijî jinên têkoşer ên Tirk didomîne û sûcên hovane li dijî mirovahiyê pêk tîne, siyasetmedaran, kesên temenmezin û zarokan di girtîgehan de digire.

Redad El-Qelab wiha domand: “Li gel van sûcên dewleta Tirk, civata navneteweyî bêdeng e. Tirkiyê li Iraq û Sûriyê serdestiyê wan dewletan binpê dike.”

`JI DEWLETÊN EREB TÊ XWESTIN HELWEST LI HEMBER SÛCÊN TIRKIYÊ NÎŞAN BIDIN`

El-Qelab îşaret pê kir ku dewletên Ereb nikarin sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd ê li Iraqê rawestînin û wiha domand: "Dewleta Tirk ji bo qada xwe li ser hesabê welatên Ereb firehtir bike û kurdan tune bike, hemû cureyên çekan, derfetên xwe yên teknîkî  yên leşkerî, şer û aborî ku ji NATO, pergala rojava û hinek dewletên din wergirtine, bi kar tîne. Ev êrişên ku di meha Remezana pîroz de têne kirin, dijbertiya ometa îslam û ereban e. Qetilkirina musilman û sivîlên Kurd ên bê guneh li dijberî sîstema Tirkiyê ye ya ku pê bang dike.” 

`DIVÊ GELÊN HERÊMÊ LI HEMBER KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ BIBIN YEK`

El-Qelab bal kişand ku divê pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen û pêkhateyên din li hember hovîtiya dewleta Tirk û komkujiyên wê yên li dijî gelê Kurd bibin yek û wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê Kurd ên li dewletên herêmê bibin yek û li hember êrişên dagirkirinê yên li dijî bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê bisekinin. Divê bang li cîhana azad bikin ku êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd rawestîne û Tirkiyê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne, muhasebe bike.”

(şx)

ANHA