Li Borikê jî li dijî artêşa Iraqê çalakî pêk hat

Welatiyên ku li Borikê li dijî artêşa Iraqê nerazîbûn nîşan da, xwestin ku artêş ji gund û bajaran derkevin, tenê Asayîşa Êzidxanê di hundirê gund û bajaran de bimîne û parastinê bikin.

Li Borikê jî li dijî artêşa Iraqê çalakî pêk hat
7 gulan, 2022   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê civaka Êzidî ji bo artêşa Iraqê ji gund û bajaran derbikeve çalakiyên xwe berfirehtir dike. Çalakiyên ku li Komalgeha Dîgurê destpêkirî piştî derbasî Duhola bû herî dawî di van kêliyan de li Borik jî berdewam dike.

Xelkê Şengalê di saet 16:30’ê de daket kolanan, mifreqa Borik ji trafîkê re girtin û çalakî pêkanîn. Çalakvanan li ser cadeya giştî tekelên wesayîtan şewitandin û daxwaza derketina artêşa Iraqê ji gund û bajaran kirin. Çalakvanan gotin ku heya artêş ji herêmê dernekeve yê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakvanan dirûşmên wek,“Bijî Bijî Aşitî”, “Na ji kuştina di bajaran de”, “Bila artêş ji bajaran derkeve” berz kirin.

Li Şengalê piştî ku di 2’yê Gulanê de êrişên artêşa Iraqê sekinî, ev çend roj in ku civaka Êzidî bi çalakiyên cûda helwesta xwe ya li hemberî artêşa Iraqê nîşan dide û li dijî polîtîkayên şer disekine.

Herî dawî li Komelgeha Duhola artêşê mudaxaleya çalakvanan kirîbû û konê çalakiyê hilweşandîbûn, kursiyên wan şikandîbûn.

Çalakiya li Borikê jî tevî baranê bi biryardariyek mezin pêk hat.