Artêşa Iraqê li Duhola ya Şengalê êrişî çalakvanan kir

Xelkê Şengalê rojane ji bo artêşa Iraqê ji gund û bajaran derkeve di nav çalakiyan de ye. Artêşa Iraqê li komelgeha Duhola xwe li çalakiya gel ranegirt û êriş kir.

Artêşa Iraqê li Duhola ya Şengalê êrişî çalakvanan kir
7 gulan, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê piştî ku di 2’ê Gulanê de êrişên artêşa Iraqê sekinî, ev çend roj in ku civaka Êzidî bi çalakiyên cûda helwesta xwe ya li hemberî artêşa Iraqê nîşan dide û li dijî polîtîkayên şer disekine.

Daxwaza sereke ya civaka Êzidî û gelên Şengalê ew e ku artêşa Iraqê ji nav gund û bajaran derkeve û car din bi çekên giran êrişî gund û bajaran neke. Li hemberî bertek û daxwazên gel artêşa Iraqê her çiqas ji hin cihan derketibe jî, hê jî hêzeke mezin a artêşê di nav gund û komelgehan de ye.

Şêniyên Komelgeha Duhola ya ser bi şengalê jî îro bi armanca ku artêş ji komelgeha wan derkeve xwest meşek lidarbixin û kon vedin. Lê leşkerên artêşa Kazimî xwe li hemberî çalakiya gel ranegirt û êrîşî çalakvnan kirin.

Leşkerên artêşa Iraqê konê xelkê Duhola rakirin, kursiyên wan şikandin û bi darê zorê ew ji ser rêya Duhola dan aliyekî

Ji ber zextên artêşê, aloziya li Duhola berdewam dike û şêniyên komelgehê jî li hemberî artêşê bertek nîşan didin.