Amed Malazgîrt: Gerîla taktîkên xweser û nû bi kar tîne

Amed Malazgîrt diyar kir li gelek qadan hêzên gerîla nahêlin dijmin ji hewayî ve leşkeran deyne û got; Gerîla çalakiyên xweser û bi taktîkên nû derbe li dijmin dixin. Em eniya wan hemû hevalên ku ew derbeyên li dijmin xistinî maç dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”

Amed Malazgîrt: Gerîla taktîkên xweser û nû bi kar tîne
7 gulan, 2022   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt ji ser cîhazê bang li hêzên gerîla kir ên ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve li Avaşîn û Zapê li hember êrişên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe didin. Malazgîrt der barê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê de agahiyên balkêş da.

Malazgîrt bi bîr xist ji 14’ê Nîsanê heta 17’ê Nîsanê bi 55 balefirên şer û bi dehan wesayîtên çekdar ên bêmirov ji hewayî ve, qad hatine bombebarankirin û der barê rewşa dawîn a şer de ev agahî da:

LI WERXELÊ ŞER DIDOME

“Niha hûn jî dizanin ku dijmin dixwaze herêma Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giştî dagir bike. Vê operasyona ku niha dest pê kiriye, 14’ê Nîsanê heta bi 17’ê Nîsanê bi êrişeke hewayî ya dijwar bi 55 balafirên şer û bi dehan dronên çekdar êrişeke pir mezin dest pê kir.

Ji herêma Werxelê bigire, ji Şehîd Şahîn û Cîloya Biçûk, Şikefta Birîndara û herêma Çiyareş bigire, Kurojahro, heta bi Çemço û Sîda; dema êrişeke hewayî ya dijwar dest pê kir, roja 17’ê Nîsanê bi helîkopterên Skorsky bi alîkariya balafirên şer, helîkopterên êriş ên Kobra û Atakan xwestin li ew cihên ku me navên wan dane li hemû cihên stratejîk leşkerên xwe deynin. Lê hevalan bi fedakariyeke mezin û bi ruhê PKK’yiyeke tam bersivên dijwar dan. Werxelê berxwedaneke mezin nîşan da, niha şer li wê derê dijwar e. Li qada Şehîd Şahîn bi şev û roj hem li dijî leşkeran û hem jî ji bo ku nekaribin leşker deynin, çi ji destê hevalan hat kirin. Dîsa di heman astê de herêma Çemço, hem di parastina Werxelê û hem jî di parastina Şehîd Şahîn de xwedî roleke mezin bû, bersivên dijwar dan û bû sedem ku dijmin ya dixwest nikaribe cihê ku dixwest leşkeran deyne. Her wiha di heman astê de li Şikefta Brîndaran û Karker jî heval bi fedakariyeke pir mezin li hember teknîka herî dijwar bi şev û roj tê koşiyan û nehiştin dijmin li ser lûtkeyên Şikefta Birîndaran û Karker leşkeran deyne û heta niha jî hevalan bi çalakiyên bi bandor derbên pir xurt li dijmin dixin.

GERÎLA TAKTÎKÊN XWESER Û NÛ BI KAR TÎNE

Dîsa di heman astê de li Kurojahro bi çalakiyên pir bi bandor, bi taybetî bi çalakiyên xweser û bi taktîkên nû ango li cihê ku pêwîst bike bi çalakiyên sabotajê, cihê ku pêwîst bike bi taktîka vedizînê (xwe berdidin nava dijmin), cihê ku pêwîst bike derbkirin û cihê pêwîst bike jî çûyîna ser dijmin; bi wan çalakiyên bi bandor jî bi taybetî li herêma Kurojahro milê Şehîd Şemdîn û xeta Şehîd Harûn çalakiyên bi bandor hatin kirin. Di heman astê de dîsa li lûtkeya Kurojahro hevalan di bin bombebaraneke pir mezin de ne û heta niha berxwedaneke mezin nîşan didin.

7 CENAZEYÊN DIJMIN KETIN DESTÊ GERÎLA

Her wiha hevalan li herêma Çiyareş û Cehenem, tevî ku dijmin hemû derfetên xwe xwest li herêma Cehenem leşkeran deyne, lê hevalan nehiştin û heta niha jî tê dikoşin. Li herêma Çiyareş bi komên biçûk û bi çalakiyên bi bandor şev û roj li hember dijmin çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên wana jî serkeftî ne. Bi taybetî jî bi ew çalakiya li ser Girê Rûbar derbeyên xurt li dijmin xistin û çûn ser, herî kêm 7 cenazeyên dijmin hene. Her wiha ew çalakiyên ku me qala wan kirî, di nava wan de bi taybetî hêzên me yekîneyên çekên giran bikar tînin, pir alîkarî dan. Hem li milê Şikefta Birîndaran, hem jî li ser Kevirêkun çalakiyên li dar xistine serkeftî bûn.

EM HEVALÊN LI SER ÇEKÊN GIRAN PÎROZ DIKIN

 Dîsa li ser lûtkeya Kurojahro çalakiyên xwe bi bandor bûn, em hevalên di yekeyên çekên giran de cîh girtine û wan çalakiyane li dar xistine, em wana silav dikin û serkeftinê dixwazin. Yanî dema em bi giştî li herêmê temaşe dikin, bi rastî jî lêhûrbûn û fedakariya hevalan, sozên ku di pêvajoya zivistanê de danî îro bi kirdeyî û bi layîqî pêk tînin. Ji bo wê jî hevalên ku di wan berxwedanan de cîhê xwe digirin, fedakarî dikin û ked didin, em hemû hevalan silav dikin û serketinên mezintir dixwazin û em eniya wan hemû hevalên ku ew derbeyên li dijmin xistinî maç dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”