Nivîsgeha Serjmariyê ya Herêma Cizîrê dest bi serjimariyê li herêma Dêrikê kir

Nivîsgehan Plankirin, Gepêşdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê îro dest bi serjimariyê li herêma Dêrikê û 4 navçeyên wê kir. Dibistanên Desteya Perwerdeyê û hevserokên komînan cihê xwe di vê xebatê de digirin.

Nivîsgeha Serjmariyê ya Herêma Cizîrê dest bi serjimariyê li herêma Dêrikê kir
7 gulan, 2022   11:24
QAMIŞLO

Îro xebatên serjimariyê li Dêrikê ji saetê sibê ve dest pê kirin. Tê payîn serjimarî 2 rojan li navçeya Dêrik, herêma Berav, navçeya Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê berdewam bike.

Ji bo vê xebatê, li sazî û navendên Rêveberiya Xweser ên navçeyên navborî, betlane hat ragihandin û ji şêniyan hat xwestin ku ji malên xwe dernekevin heta ku xebat bidawî dibe.

Ji bo destpêkirina vê xebatê, mamosteyên Desteya Perwerdeyê ji saetên sibehê ve li Navenda Perwerdeyê kom bûn û bi koordîneya hevserokên komînan û hevserokên Nivîsgeha Plankirin, Geşpêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê berê xwe dan taxên navçeyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo.

Di vê xebatê de, dê hejmara endamên malbatan ên li herêmê û derveyî wê, malbatên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine, çi kar dikin, nav, navnîşan, şert û mercên jiyanê, rewşa civakî çi ne werin qeydkirin. Agahiyên der barê malbatan de bi rêya nasnameya kesayetî yan jî lênûska malbatê tên tomarkirin.

Der barê vê mijarê de hevseroka Nivîsgeha Plankirin, Geşpêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Buşra Şêxî ji ajansa me re axivî û got: “Xebatên serjimariyê li ser asta herêma Cizîrê dest pê kirin û dê piştre li herêmên din pêk werin. Piştî serkeftina vê xebatê li Koçerat a Dêrikê ku dane bê astengî hatin berhevkirin, xebatên serjmariyê bi tevlêbûna tîmên serjimariyê, mamosteyên Desteya Perwerdeyê û hevserokên komînan îro li Dêrikê û navçeyên wê dest pê kirin.”

Buşra wiha domand: “Serjimarî bi rêya IPAD pêk tê. Bernameyeke taybet a serjimariyê heye belege li ser tên barkirin. Heta niha tu pirsgirêk bi tîman re derneketiye.”

Her wiha Buşra destnîşan kir ku armanca vê xebatê, amadekirina zemîna daneyan e û danîna planên stratejîk ji bo pêşerojê bi taybet ên têkildarî pîşesazî, tenduristî, civakî, aborî û xizmetguzarî.”

Tê payîn ku xebatên serjmariyê li navçeyên Dêrikê 2 rojan berdewam bike, ger pêwîst bike dê heta rojeke din werin dirêjkirin.

(şx)

ANHA