Êrişeke din li dijî baregehên 'komên ser bi Îranê ve' hate kirin

Vê sibê careke din li dijî baregehên komên ser bi Îranê ve yên li herêma Hiwêce Kati û pira nû ya axî yên l Dêrazorê êrişên hawayî pêk hatin.

Êrişeke din li dijî baregehên 'komên ser bi Îranê ve' hate kirin
7 gulan, 2022   10:56
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Dêrazorê û derdora wê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê de, careke din li dijî baregehên komên Îranê yên li herêma Hiwêce Kati û pira nû ya axî êrişên hawayî pêk hatin. Heta niha agahiyên li ser wendahiyên canî û zirarên madî negihaştine ber dest.

Hîn jî nehatiye naskirin bê balafirên êriş li herêm kirine, girêdayî kê ne. Di kêmî hefteyekê de ev êrişa duyemîn e li dijî baregehên komên girêdayî Îranê pêk tê.

Destpêka vê mehê SOHR`ê diyar kiribû ku balafirên şer ên nenas êrişî baregehên leşkerî yên komên Îranê yên li Çolistana El-Eşare ya gundewarê Dêrazorê kirine, di encamê de herî kêm 5 teqînan rû dabû.

(eh)