KNK: Em hemû bi hev re li hember êrîşên dijminan têbikoşin

KNK’ê encamnameya civîna ku 1`ê Gulanê bi nûnerên 24 partî û rêxistinên kurdistanî re li dar xistibû, eşkere kir.

KNK: Em hemû bi hev re li hember êrîşên dijminan têbikoşin
7 gulan, 2022   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku 1’ê Gulanê bi nûnerên 24 partî û rêxistinên kurdistanî re li Brukselê civînek li dar xistibû encamnameya civînê eşkere kir. Di civînê de ku rojeva sereke êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, banga yekitî û têkoşîna hevpar a partî û rêxistinan a li dijî dagirkerî û xiyanetê, her wiha xwedî derketina gel li berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê hat kirin. Her wiha ji bo rawestandina dagirkerî û hevkariyê, hin biryarên girîng jî girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye;

“Li ser banga KNK’ê, nûnerên 24 partî û rêxistinên Kurdistanî, 01.05.2022’an roja yekşemê, li Brukselê li avahiya navendî ya KNK’ê kom bûn. Rojeva sereke ya civînê êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê bû. Civîn bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rawesta û di çarçoveya pêşketinên dawî de, êrişên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û li hember van êrişan şêweyê helwest girtin û şêweyê li hember êrişan rawestan, bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Di roja îro de, cîhan di nav şer û qeyranan de derbas dibe. Şerê li herêma Rojhilata Navîn destpêkirî ku weke şerê cîhanê yê 3’êmîn tê binavkirin, îro fireh bûye û derbasî rojhilatê Ewropayê bûye. Weke şerê li Rojhilata Navîn, hêzên sereke yên cîhanî, di nava şerê Ukraynayê de jî, cihê xwe digrin. Rojeva cîhanê ya sereke şerê Rûsya û Ukraynê ye. Dijminên gelê Kurd, dixwazin ji vê rewşê sûd wergirin û planên xwe yên li ser Kurdistanê pêk bînin. Êrişên hovane yên di vê demê de pêk tên ku tê de çekên qedexe çekên kîmyewî jî têne karanîn, bi vê rewşê ve girêdayî ne. Armanc ew e ku di dema bal û bera cîhanê li ser Ukraynayê de ye, ew jî planên xwe yên li ser Kurdistanê bêxin meriyetê û destketiyên gelê Kurd têkbibin.

Êrişa ji aliyê dewleta Tirk ve, li devera Zap û Avaşîn hatî destpêkirin, bi vê rewşê ve girêdayî ye û ne tenê li dijî gerilayen HPG’ê ye, di heman demê de li dijî hemû destkeftî û berjewendiyên Kurdistanê ye û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Kî/ê çi dibêje bila bêjê, planên dagirkeran ên li ser Kurdistanê diyar in û planên dewleta Tirk yên li ser Wîlayeta Musilê jî eşkere ne. Dewleta Tirk, gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir dike û dagirkerên din jî, her yek bi awayekî di nava planê de ne. Dema ku ji aliyê dewleta Tirk ve li deverên Zap û Avaşînê êriş hatin destpêkirin, di heman demê de li devera Şengalê jî artêşa Iraqê kete nava tevgerê. Ev rewşeke tesedûfî nîne û bi hevûdu re girêdayî ye. Li aliyê din, êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava jî berdewam in. Yek ji armancên dewleta Tirk jî ew e ku Kurdan li hember hevûdu bikar bîne û şerekî navxweyî jî li Kurdistanê bide çêkirin.

Armancên dagirkeran diyar in û êişên wan berdewam in. Divê hemû hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û li hember van êrişan rawestin. Divê gelê Kurd bi hemû awayî xwedî li hêzên berxwedêr derkevin û ligel şervanên azadiyê cihê xwe bigirin. Îro roj ne ew roj e ku em li ser nakokiyên di nav xwe de biaxivin û kûr bikin. Îro roj, roja berxwedanê ye, divê em yekitiya xwe xurt bikin û bi yekdengî bi ruhê berxwedana Kobanê, em hemû bi hevre li hember êrişên dijminan têbikoşin.”

Her wiha di civînê, ev bang û ev xalên jêrîn ji reya giştî re hatin diyarkirin:

“-Civîn piştavaniya xwe ji hêzên berxwedêr re radigihîne û bang li hemû hêz û rêxistinên kurdistanî dike ku li hember êrişên dagirkeran rawestin û di parastina Kurdistanê de cihê xwe bigirin.

-Êriş li hember hemû destketiyên gelê Kurd e û armanca bingehîn jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Civîn bang li hemû hêzên kurdistanî dike ku vê rastiyê bibînin û rê li ber dijminan venekin û hevkariya dagirkeran nekin.

-Civîn, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropa (YE), Komkara Erebî û hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî, kesên demokrat û azadîxwaz dike ku li hember dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

-Civîn, bang li gelên Kurdistanê û dostên gelê Kurd dike ku bi ruhê berxwedana Kobanê li hember van êrişan dakevin qadan, helwest bigirin û tê bikoşin.

-Civînê biryar da, nameyeke taybet ji Rêxistina Têkoşîna li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) re bişîne û jê bixwaze ku êrişên çekên kîmyewî lêkolîn bike û bide rawestandin.

-Civînê biryar da, nameyekê ji Rêxistina NY, YE, Komkara Erebî û hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî û hêzên cîhanî re bişîne û ji wan bixwaze ku li hember dagirkerî û êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin û helwest bigirin.

-Civînê biryar da ku Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, civînên xwe yên periyodîk pêk bînin û li seranserê cîhanê dîplomasiya Kurdî pêş bixin.”