Berpirsê Navenda Ragihandina YPG`ê: Em her kêliyê amade ne Şengalê biparêzin

Siyamend Elî diyar kir ku ew her kêliyê amade ne Şengalê biparêzin û got: "Em şervanên YPG'ê qebûl nakin ku li dijî Şengalê êrişên nû werin kirin."

Berpirsê Navenda Ragihandina YPG`ê: Em her kêliyê amade ne Şengalê biparêzin
7 gulan, 2022   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Ji beriya çend rojan ve artêşa Iraqê bi desteka PDK'ê êrişî Şengalê dike da ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê têk bibe ku piştî êrişên DAIŞ'ê yên 3'yê Tebaxa 2014'an de hate avakirin, dema ku artêşa Iraq û PDK'ê reviyan û Şengal li pêşberî fermanekê hiştin.

Berpirsê Navenda Ragihandina YPG'ê Siyamend Elî yek ji şervanên destpêkê bû ku bi êrişên 3'yê Tebaxa 2014'an re xwe gihand Şengalê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hêzên wan ji bo parastina Şengalê berdêlên girangiha dan û got: "Ji ber ku parastina Şengalê tê wateya parastina tevahî ol, bawerî, etnîk û pêkhateyên Rojhilata Navîn, YPG û YPJ'ê bi parastina Şengalê pîroziya Rojhilata Navîn parast."

Siyamend Elî diyar kir ku heger li dijî Şengalê êrişên nû werin kirin, yekîneyên wan amade ne banga xelkê Şengalê bi cih bîne û wiha domand: "Îro em dibînin ku hêzên Iraqê û PDK'ê êriş li ser Şengalê dane destpêkirin da ku wê bixin bin serweriya xwe û wê ji bin serweriya hêzên parastina Şengalê û rêveberiya xweser derxînin. Di van êrişan de çekên giran bi kar anîn. Dîrok şahid e ku çawa hêzên Iraq û PDK'ê dema êrişên DAIŞ'ê gelê Şengalê xapand û bûn şirîkên rijandina xwîna wan. Bi çi mafî PDK'ê êrişî gelê Şengalê dike?"

Naveroka hevpeyvînê wiha ye;

Di dema êrişên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an de hûn çima bi hawara Şengalê ve çûn?

Tebaxa 2014’an ji qonaxên herî dijwar bû ku di ser Rojava re derbas bû. Ji Dêrikê bigire heta bi Kobanê, heta herêmên Şehba û Efrînê şer hebû. Çeteyên DAIŞ’ê di wê demê de êrişên hovane li dijî herêmên kurdan pêk dianîn, lê YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke lehengane li hember wan êrişan sekinîn.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, li dijî herêma Ceza û Til Koçerê êrişên dijwar hebûn û em li wir bi cih bûbûn. Agahî hatin ku Şengal hatiye dorpêçkirin û çeteyên DAIŞ’ê êrişên dijwar li dijî Şengalê pêk tînin. Li gorî agahiyên destpêkê ku bi dest me ketibûn, gelek kuştî û birîndar hene, lê me nizanî bi zelalî çi li wir diqewime. Li gorî em dizanin Şengal ji hêla artêşa Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve tê parastin. Lê li gorî agahiyên bi dest me ketine, gelê Şengalê di qirkirinê re derbas dibe. Bi wê re Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ’ê perspektîf da ku şervanên li nêzî sînorê bi ser Şengalê ve berê xwe bidin wir. Ez di nava koma yekemîn a ku gihaştiye Şengalê de bûm.

Dema me ji Rojava berî da Şengalê, em di qonaxa parastinê de bû. Ji ber ku DAIŞ’ê bi dijwarî êriş dikirin. Lê piştî agahiyên li ser Şengalê hatin, tevahî şervanan biryar da ku berê xwe bidin Şengalê. Dema me berê xwe dida Şengalê di navbera YPJ/ YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da. Di encamê de gelek hevalên me şehîd bûn, bi taybet li herêma Sinûnê, Xanasor û rêya ber bi çiyayê Şengalê ve.

Me çima berê xwe da Şengalê? Ya yekemîn ji ber gelê wê, gelê Kurd e û ew li kêlek me ne. Ya duyemîn jî em DAIŞ’ê baş nas dikin ku dema bikeve herêmekê komkujiyan li wir pêk tîne. Ya sêyemîn jî me nexwest careke din gelê Şengalê di qirkirineke nû re derbas bibe. Me nexwest Şengal bikeve, ji ber ku Şengal navenda bingehîn û dîrokî ya gelê Kurd e ku dîroka wê vedigere bi hezaran salan û ji herêma herî kevn di Rojhilata Navîn de ye. DAIŞ’ê jî dixwest navenda dîroka kurdan wêran bike.

Dema hûn gihaştin Şengalê we çi li wir dît? We bi bîr xist ku hin agahiyên li ser komkujiyên hovane bi dest ketine, gelo bûyerên cuda tên bîra we?

Ji kêliyên ji mejî û jiyana min dernakevin, ew e ku dema min sînorê di navbera Rojava û Şengalê de derbas dikir, min dîmenên qirkirinê dîtin, welatiyên ji ber tîbûnê û birîndarbûnê jiyana xwe ji dest dida, zarokên dayikên wan li şûna xwe hiştine hebûn, welatiyên dê û bavê xwe winda kirine hebûn. Heta hin welatiyan ji serê çiyayan de xwe avêtin, ji ber hemû hîmanên jiyanê ji dest dabû, dawî li jiyana xwe dianîn da ku nekevin destê DAIŞ’ê û rûmeta wan nayê binpêkirin. Ew jî piştî hêzên ku Şengal diparast şengalî ji çeteyên DAIŞ’ê re hiştin.

Ji bilî bêhna xwînê me tu bêhn nedikir, ji bilî dengê qêrînê me tu deng din nedibihîst, ji bilî toz, tirs û xof tiştek din me nedidît. Di jiyana xwe de min dîmenek wisa neditû, ji ber tîbûnê li bejahiyê zarokan jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber meşa bi dehan kîlometre lingên welatiyên Şengalê birîn û bdi xwînê de mabûn.

Dema em gihiştin çiyayên Şengalê, bi hezaran xelk li wir hebûn, li bendê bûn ku hêzek bi hawara wan ve were. Ji bilî YPG û YPJ'ê yên Rojava û gerîla tu hêzan banga wan nebersivand.

Dema em gihiştin me yekser xeta parastina li gorî du eniyan van kir, eniyek ji hêla yekîniyan ve û eniyeke din ji hêla HPG’ê ve, da ku gelê Şengalê yê li wir mayî biparêzin û piştre me bersiva êrişan da.

Kî li Şengalê bû, gelo artêşa Iraqê yan jî hêzên PDK’ê li wir bûn?

Dema em gihaştin Şengalê me tu hêz li wir nedîtin. Dema me ji Rojava berê xwe dida Şengalê me dît bi hezaran pêşmerge direvin. Dema xelkê Şengalê ku bi hezaran bû gihaştin Rojava, hevalên me yên YPG û YPJ alîkariya wan kirin.

Gelo tu şahidê wê yekê bû?

Belê, min bi çavên xwe dîtin çawa direvin, me gelek ji wan di nuqteyekê de kom kirin. Ji nav wan birîndar hebûn, kesên ditirsiyan hebûn û me ew gihandin nuqteyên xwe yên li Rojava.

Dema em diçûn Şengalê me gelek pêşmerge dîtin ku direviyin. Heta niha axaftinên hin ji wan di bîra min de ye, got; çekên giran bînin hûn ji bilî çekên giran bi DAIŞ’ê nikarin. Lê yê me wek YPJ û YPG’ê ji bilî qilêş û bombeyên destan tune bûn.

Çekên di destê pêşmergeyan de yên pêşketî û pir nûjen bûn, lê ji ber vîna wan tune bû Şengal hiştin, gelê wê, şêx, jin û zarokên wê hiştin û revîn.

Tiştê jê matmayî û şoq dimînin, çawa jin û zarok hiştin? Çawa qêrîna zarokan nebihîstin? Çawa hiştin ew xwîn li ser erdê bimîne? Çawa ev zarok, jin, ciwan li şûna xwe hiştin? Çawa ew çek nedan xelkê Şengalê ku xwe pê biparêzin?

Parastina Şengalê mijara vînê bû ne ya çekê bû. Em çawa gihaştin wir û me li dijî DAIŞ’ê şer kir, çawa gerîlayên HPG’ê bi hezaran kîlometre qut kirin û gihaştin wir. Mixabin hêzên Iraqê û hêzên pêşmergeyan ku nêzî 6 hezar şervan bûn û di destê wan de çekên pêşketî hebûn jî nikarîn erdnîgariyeke biçûk mîna Şengalê biparasta.

Ji bo parastina Şengalê û gelê wê yekîneyên me bi hemû hêza xwe li hember DAIŞ’ê sekinî. Me li dora çiyayên Şengalê xelekek çêkir, da ku gelê Şengalê biparêzin û bersiva êrişên DAIŞ’ê bidin. Yekîneyên me û HPG’ê parastina Şengal û gelê wê kirin.

YPG û YPJ li Şengalê çi rizgar kirin? Gelo çend hezar kes rizgar kirin an jî çanda kevnar a Rojhilata Navîn ku dîroka wê vedigere hezarên salan BZ rizgar kir? Em dikarin bêjin YPG/YPJ`ê mîrateyeke mirovî rizgar kir?

Eger em çûna xwe ji bo Şengalê bi armanca parastina gundekî, bajarekî yan jî gelekî binirxînin ew ê kêm be. Dema em behsa Şengalê dikin em behsa dîroka dehan sal dikin. Em behsa dîroka Rojhilata Navîn dikin, kaniya Rojhilata Navîn ji vir dest pê dike, ji ber wê em çûn Şengalê.

Dema dijmin berê xwe dida Şengalê bi vê yekê zanîbûn, dizanîbûn ku tunekirina Şengalê tunekirina koka Rojhilata Navîn e û têkbirina Şengalê têkbirina dîroka herêmê ye, ji ber wê DAIŞ xwest Şengalê têk bibe.

Raste me gelek fedekarî ji bo parastina Şengalê kir, ji ber ku parastina Şengalê tê wateya parastina hemû ol, bawerî û pêkhateyên Rojhilata Navîn, YPG û YPJ bi parastina Şengalê pîrozbahiyên Rojhilata Navîn parast.

• Weke şervanekî ku bi hawara Şengalê ve çû, helwesta te û hevreyên te yên YPJ û YPG ji êrişa artêşa Iraqê û PDK'ê çi ye?

Mixabin, artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê ji Şengalê reviyan, ev yek bû sedem ku fermaneke din li dijî gelê Şengalê pêk bê. Tevahî cîhanê dît çawa YPG/YPJ û gelê Rojava bi hawara Şengalê ve çû û êzidî ji qirkirineke mezin rizgar kirin.

Îro em dibînin ku artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê li dijî Şengalê dest bi êrişekê kirine, dixwazin Şengal kontrol bikin û dawî li YBŞ/YJŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê bînin, di êrişan de çekên giran bi kar tînin.

Dîrok şahid e ku çawa wan dest ji gelê Şengalê berda, di rijandina xwîna gelê Şengalê de bûn hevkar, bi çi mafî PDK'ê êrişî Şengalê dike.

Bi dehan şervanên YPG'ê ji bo parastina Şengalê şehîd û birîndar bûn, em ji gelê Şengalê re dibêjin, rast e em niha ne li Şengalê ne û hêzên parastina Şengalê û Rêveberiya Şengalê heye, lê eger Şengal rastî qirkirinekene din bê em ê bê deng nemînin û careke din bi hawara Şengalê ve biçin.

Em her kêliyê amade ne Şengalê û çiyayê wê biparêzin, em şer naxwazin, divê nakokî bi rêkên dîplomatîk bên çareserkirin. Divê hikumeta Iraqê li hember gelê Şengalê bi erka xwe rabe, şengal girêdayî Iraqê ye, divê hikûmet bi berpirsyariyên xwe rabe û parastina Şengalê bike ne ku êrişşî wê bike.

Em weke şervanên YPG qebûl nakin ku Şengal rastî êrişeke nû bê, çi ji me bê xwestin em ê bikin, me çawa gaelê xwe yê êzidî di 2014'an parast, em ê dîsa jî biparêzin.

• Dema hûn bi erka xwe li Şengalê radibûn, gelê Rojava li aliyê din ê sînor pêşwaziya gelê Şengalê yê ku ji komkujiyan rizgar bibûn dikirin, banga we ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê qonaxa dîrokî de çi ye?

Di Tebaxa 2014'an de ne tenê aliyên leşkerî bi erkên xwe rabûn, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî bi erkên xwe ji bo parastina gelê Şengalê rabûn, gel, sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî ragihandin û berê xwe dan sînor.

Niha em bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê dikin ji bo parastina Şengalê serî hildin, em ji peymanên jêr maseyan hişyar bin.

Şengal cihekî pîroz e, hêjayî ye ku em parastina wê bikin, divê gelê Kurd zanibe ku PDK'ê hewl dide Şengalê dorpêç bike û komkujiyên nû li dijî gelê Şengalê pêk bîne.

Bê guman dê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke sala 2014'an dîsa li kêlek gelê Şengalê bisekinin.

(şt/fr)

ANHA