Di êrişa li ser Şêrawa de 2 leşkerên hikumeta Şamê mirin, 2 jî birîndar bûn

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Ziyaretê yê Şêrawayê de du leşkerên hikumeta Şamê mirin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Şêrawa de 2 leşkerên hikumeta Şamê mirin, 2 jî birîndar bûn
6 gulan, 2022   21:02
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê û gundên Aqîbê, Bênê, Dêr Cemal, Ziyaretê û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê  bi dijwarî topbaran dan ber topan.

Di topbarana li ser gundê Ziyaretê de du leşkerên hikumeta Şamê mirin û 2 jî birîndar bûn.

Heman demê balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê digerin.

ANHA