Balafirên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê digerin

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li ser asîmanê Şehba û Efrînê digerin.

Balafirên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê digerin
6 gulan, 2022   20:56
ŞEHBA

Di van kêliyan de liv û tevgera balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser kantonên Efrîn û Şehbayê hene.

 Heman demê topbarana li derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê û gundên Aqîbê, Bênê, Dêr Cemal, Ziyaretê û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê berdewam dike.

ANHA