​​​​​​​Ji Amman heya Mûsilê êrişên li ser Şengalê- ÊZDÎN ŞENGALÎ

​​​​​​​Ji Amman heya Mûsilê êrişên li ser Şengalê- ÊZDÎN ŞENGALÎ
7 gulan, 2022   00:22

Di serî de civaka Êzidî bala hemû Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê li ser Şengalê ye. Her kes dixwaze fam bike ku ji vê civaka birîndar ku 73 ferman dîtine kî, çi dixwaze. Hin kes bi şaşmayî êrişên nû yên li ser civaka Êzidî temaşe dikin, hin kes hewl didin rastiya van êrişan çeprast bikin, hin kes jî sînga xwe ji van êrişan re kirine çeper û vê civaka qedîm diparêzin.

Ji bo êrişên li ser Şengalê û planên ku dixwazin bikin meriyete were famkirin lazim e bi nêrîneke dîrokî û civakî rewş were nirxandin. Em nikarin Şengalê wekî bajarek din ê cîhanê, civaka Êzidî jî wekî neteweyek din a cîhanê binirxînin. Ji ber ku ev civaka qedîm bi hezaran salan e di bin şûrê fermanan de bîr û baweriya xwe, anku hebûna xwe parastiye. Ya din ne zêde dûr, ji vir û çend sal berê rastî qirkirinê hatine.

Nexwe kî û çima êrişê vê civaka pîroz û qediîm, vê civaka ji fermanan birîndar dike? Rast e, ji aliyê exlaqî ve lazim e tu kes li tu cihî zorê li ser tu kesî nemeşîne. Lê di mijara êzidiyan de ev pîvana exlaqî li ser her tiştî ye. Ruxmê van rastiyan jî li ber çavê hemû cîhanê, artêşa Iraqê bi tank, top û çekên giran êrişê Şengalê kir û pevçûnên dijwar rû dan. Beriya her tiştî lazim e were gotin ku êrişên li ser Şengalê ne rojane ye dîrokî ye, hedef û armancên wê jî stratejik in. Ya din, yê ku êriş dike beşeke artêşa Iraqê ye lê li pey van êrişan PDK, dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî hene. Armanc temamkirina qirkirina êzidiyan e û xeteriya li ser Şengalê mezin e.

Di rastiyê de em dikarin bêjin ku ev plana şer a dawî, berdewama Civîna Amman a 2014’an e. Em bînin bîra xwe, ji şikestina Mûsilê heya fermana êzidiyan û êrîşên li ser Kobanê, hemû parçeyên planeke navneteweyî û herêmî bûn û ev plansazî di 1’ê Hezîrana 2014’an de, li Amman a paytexta Urdunê hatibû amadekirin. Dewleta Tirk, Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, Îsraîl û PDK’û li gel rêxistinên cûda yên selefî tevlî vê civînê bibûn.

Di vê civînê de plansaziya nû ya têşedayîna Rojhilata Navîn hatibû nîqaşkirin û DAIŞ jî wekî amûra vê plansaziyê hatibû erkdarkirin. Biryara şikestina Mûsil, Telafer û Şengalê di vê civînê de hate dayîn. Eger em bala xwe baş bidin geşedanên îro ya li vê xetê, bi taybet jî polîtîkayên dewleta Tirk û ya PDK’ê, em ê bi hêsanî bibînin ku ev polîtîka bi civîna 1’ê Hezîrana 2014’an ve girêdayî ye. Mirov dikare bêje Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî, nûjenkirina Civîna 1’ê Hezîrana 2014’an e. Tiştê nû çi ye, mudaxaleyên ku di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê dixwestin bikin û di encama berxwedanê de têk çû, niha bi destê hikumeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê têne kirin.

Niha car din aktorên fermana 2014’an dest bi pêleke nû ya êrişan kirine û vê carê jî artêşa Iraqê tê bikaranîn. Ev şer û aloziya dawî, di 18’Nîsanê de bi provokasyona artêşa Iraqê li komelgeha Dîgurê destpêkir û di 2’ê Gulanê de artêşa Iraqê van êrişan gihand asta dagirkirina Şengalê. Li hemberî vê jî Asayîşa Êzîdxanê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê bi berxwedanê bersiv dan, li Sinûnê û Dîgurê şerekî giran qewimî. Piştî berxwedana hêzên parastina Şengalê û bertekên raya giştî ya cîhanê, ev êriş heya astekî sekinîne lê rewşa aloz a Şengalê berdewam e. Ji ber ku artêşa Iraqê xwe bi temamî ji Şengalê venekişandiye û zemîna şer û pevçûnên nû ji holê ranebûye. Em dikarin bêjin di pratîkê de rewşa agirbestê heye lê pirsgirêkên esasî nehatine çareserkirin.

Di vir de mijara esasî ew e ku dewleta Iraqê heya niha statuya Şengalê di nav yasayên federal a dewleta Iraqê de çareser nekiriye û îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê nas nekiriye. Ev jî dibe zemîn ku PDK û dewleta Tirk a dagirker bi destê hikumeta Kazimî êriş bibin ser Şengalê. Di esas de PDK û dewleta Tirk a dagirker dixwazin artêşa Iraqê û hêzên parastina Şengalê bi hev re şer bikin. Rewşa siyasî ya li Iraqê û polîtîkayên Kazimî jî rê li ber van êrişan vedike.

Şengal niha bûye qada şerê desthilatdariyê ya li Iraqê û qada şerê hegemonîk a li herêmê. Eger hêzên siyasî yên Iraqê û saziyên dewletê vê rewşê fam nakin û îradeya Şengalê nas nekin wê rewşa li herêmê xetertir bibe. Ji ber ku mijara Şengalê ji aliyekê ve mijara statuya Şengalê ye. Lê mesele ne tenê ev e, mijara Şengalê di heman demê de bi rewşa Mûsilê ve jî girêdayî ye. Yên ku dîrok û erdnigariya Iraqê nas bikin, baş dizanin ku Şengal hem mifteya deriyê Mûsilê hem jî keleha Deşta Nêynowayê ye.

Mesele gelek zelal û safî ye, dewleta tirk a dagirker ji bo Mîsak-i Mîllî pêk bîne dixwaze Mûsilê bixe bin kontrola xwe. Ji xwe di salên dawî de bandora dewleta Tirk a li Mûsilê gelek xurt bûye. PDK ji xwe pêlika vê stratejiye ye. Niha ji aliyê îdarî, siyasî û istixbarî ve Mûsil ketiye bin bandora dewleta Tirk. Ev êrişên dawî jî bi giranî bi destê Qaîd Ameliyat a Mûsilê ve tê rêvebirin û tê gotin ev kes di bin bandora PDK û dewleta Tirk de ye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê, ji bo ev plan û stratejîk pêk neyê û şer belav nebe gelek bi sebir û baldar tevgeriyan. Her wiha hin aliyên Iraqî yên di ferqa vê plana dewleta Tirk û PDK’ê de ne, ketine nav hin hewldanan. Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan, xwedî helwesteke zelal e. Lê di serî de PDK hin alî, ji bo şer û pevçûn li Şengalê derkeve her tiştî dikin. Em bala xwe bidinê, piştî ku şer sekinî PDK dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir. Ji milekî ve zext li artêşê dike ku êrîşê Şengalê bike ji milekî ve jî dixwaze Şengalê vala bike.

Ev rewşa heyî ber bi ku ve biçe niha ne zelal e. Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hêzên xwe yên parastinê ji bo çareseriyê amade ne. Eger hebûna civaka Êzidî were naskirin û statuya Şengalê were qebûlkirin zemîna hemû şer û aloziyan wê ji holê rabe. Wê ev çareserî Iraqê xurt bike û rê li ber siyaseta Mîsak-i Mîllî ya dewleta tirk jî bigire. Lê eger îradeya civaka Êzidî neyê naskirin, planên tasfiyekirina hêzên parastinê yên Şengalê were ferzkirin, wê Şengal li ber xwe bide. Ji ber ku eger li ber xwe nede wê fermana 2014’an bi rê û rêbazên cûda were temamkirin.

ANHA