​​​​​​​Ciwanên herêma Firatê: Em ê bi vîna xwe û felsefeya Rêbertî komployan têk bibin

Ciwanên herêma Firatê têkldarî êrişên artêşa Iraqê ên bi desteka PDK`ê yên li ser Şengalê hişyarî da û got “Em ê bi vîna xwe û felsefeya Rêbertî komployan têk bibin.”

​​​​​​​Ciwanên herêma Firatê: Em ê bi vîna xwe û felsefeya Rêbertî komployan têk bibin
5 gulan, 2022   04:20
KOBANÊ

Ciwanên herêma Firatê lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de şermezar kir ku bi destê artêşa Iraqê û bi desteka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê lêkirin. Ciwanan diyar kir ku ev beşeke din ji hewldanên tunekirina Kurdan e ku daxwaza mafên xwe dikin, piştî ku Kurdistan bi Peymana Sykes-Picot hat parçekirin.

/kr/uploads/files/2022/05/04/175759_-.webp

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Herêma Firatê Mistefa Elî got: “Careke din hewl didin axa me parçe bikin. Sînorên di navbera me û Şengalê de têne danîn, berdewama wan sînoran in ku Kurdistana mezin kiriye çar parçe. Em vê parçebûna nû qebûl nakin. Ji dema parçekirina Kurdistanê ve, me gelek êş û zehmetî kişandin.”

Elî wiha domand: “Divê Kurd baş fêm bikin ev dîwar ne ji bo parastina wan ji xetereyan tê avakirin, lê belê armanca wê ya sereke tunekirina Kurdan û bidawîkirina hebûna wan li vê erdnîgariyê ye.

Mistefa Elî got: “Ev plan, rê li pêşiya dijminan vedike ku axa me dagir bike û mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû daye, me koçber bikin.”

/kr/uploads/files/2022/05/04/175820_-1.webp

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Nêroz Bozan jî got: “Kurd ji destpêka dîrokê ve, bi destê dijminên mirovahiyê û hevkarên wan têne tunekirin. Di vê serdema nû de, taktîk hat guhertin û dest bi parçekirina Kurdan kirin, fitne di navbera wan de derxistin da ku nebin yek. Piştî parçekirina Kurdistanê, niha hewl didin dîsa parçe bikin da ku Kurdan bihelînin û tune bikin.”

`PLANEKE DEWLETA TIRK E`

Nêroz diyar kir ku lêkirina dîwar planeke dewleta Tirk e û wiha pê de çû: “Ev dîwar bi armanca parçekirina me tê lêkirin. Divê Kurd baş fêm bikin ku careke din dê rastî şikestinê bên, heke berjewendiyên xwe di ser mafên xwe re bigirin.”

Nêroz di dawiyê de got: “Dixwazin me ji çand û nirxên me dûr bixin ku me ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan wergirtine. Lê çi dikin bila bikin, em ê van nirxan biparêzin. Em dev ji mafên xwe bernadin û em ê bi vîna xwe û felsefeya Serok planên wan têk bibin.”

(şx)

ANHA