ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2022
4 gulan, 2022   23:00

- Ciwanên herêma Firatê têkldarî êrişên artêşa Iraqê ên bi desteka PDK`ê yên li ser Şengalê hişyarî da û got “Em ê bi vîna xwe û felsefeya Rêbertî komployan têk bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên Hesekê bang li gelên Kurdistanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin û dev ji axa xwe bernedin ku di oxira wê de bi hezaran şehîd dane. Her wiha diyar kirin ku ew piştgiriya berxwedana gerîla dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ferzende Munzur anî ziman ku êrişên li ser gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ji hev ne qut in û got: “Êriş yek in, armanc jî yek e û dê ev êriş bê encam bin. Dê berxwedana rêber Apo, gerîla û gelê Kurd serkeftinê bi xwe re bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Di dema Osmaniyan de li hemberî kurdan gelek komkûjî çêbûne, her wiha gelek serhildanên kurdan jî li dijî Osmaniyan hatine pêş xistin. Di van serhildanan de sedema esasî ku dihêle serhildan têk biçin û pişt wê re jî komkûjî çêbibin xiyanet e. Bi taybetî weke mîraseke Osmaniyan piştî ku Komara Tirkiyê ava dibe, li ser esasê tinebûna kurdan xwe îlan dike.

ANALÎZ

-Axaftinên dezgehên çapemeniyê û yên rayedarên PDK`ê yên têkildarî koçberbûna şêniyên Şengalê û bicihbûna wan di kampan de, bûyerên bi şerê DAIŞ`ê li dijî Kobanê re rû dane zindî dikin.

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên Reqayê amadekariyên xwe dikin da ku dest bi mewsima havînê bikin, lê dewleta Tirk a dagirker kêmkirina çemê Firatê didomîne. Berpirsê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê hişyarî da ku heke rewş wisa berdewam bike, dê kareseteke mirovî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA