​​​​​​​Rûspiyên êlên Ereb û Kurd: Hevgirtin mîsogeriya têkbirina dewleta Tirk e

Rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên Hesekê bang li gelên Kurdistanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin û dev ji axa xwe bernedin ku di oxira wê de bi hezaran şehîd dane. Her wiha diyar kirin ku ew piştgiriya berxwedana gerîla dikin.

​​​​​​​Rûspiyên êlên Ereb û Kurd: Hevgirtin mîsogeriya têkbirina dewleta Tirk e
4 gulan, 2022   23:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji 17`ê Nîsanê ve êrişên qirkirinê yên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Dewleta Tirk a dagirker ji herêmên di bin kontrola PDK`ê de bi hemû cureyên çekan êrişî herêmê dike.

Bi berdewamkirina êrişan re, nerazîbûnên li hember van êrişan zêde dibin. Gelên Kurdistanê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir.

‘ÊRIŞ LI DIJÎ PARÊZVANÊN AZADIYÊ NE’

/kr/uploads/files/2022/05/04/180835_-large.webp

Rûspiyê êla Fatimê ya Hesekê, Ebdullah Fatimê diyar kir ku ew van êrişan red dikin û got: “Ev êrişên li dijî parêzvanên azadiyê qebûl nakin.”

Fatimê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan ji van êrişan armanc dikin ku timayên Dewleta Osmanî yên berê li ser hesabê gelên azad pêk bîne, herêmê dagir bike.

`YEKITIYA PÊKHATEYAN Û GELAN MÎSOGERIYA TÊKBIRINA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK E`

Fatimê diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan mîsogeriya têkbirina êrişên dewleta Tirk e û wiha domand: “Bi saya hevgirtina gelên herêmê dê hemû êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û herêmên me têk biçin.”

/kr/uploads/files/2022/05/04/180815_-large.webp

Serokê Meclisa Qebîleya El-Cebûr a Ereb Fewaz El-Zewba El-Milhim teqezî bi pêwîstiya parastina axê kir ku di oxira wê de, bi hezaran şehîd da û destnîşan kir ku tevlêbûna PDK`ê di van êrişan de nayê qebûlkirin.

Fewaz El-Zewba wiha pê de çû: “Çima dewleta Tirk mudaxeleya axa Kurdistanê dike û serdestiya Başûrê Kurdistanê binpê dike?”

Fewaz El-Zewba bang li gelên herêmê kir ku ji vê bêtir, hevgirtî bin, xeleka yekitiyê di çarçoveya parastina axa xwe de firehtir bikin û dev ji axa xwe bernedin.

(şx)

ANHA