‘Dewleta Tirk kêmkirina ava çemê Firatê didomîne’

Cotkarên Reqayê amadekariyên xwe dikin da ku dest bi mewsima havînê bikin, lê dewleta Tirk a dagirker kêmkirina çemê Firatê didomîne. Berpirsê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê hişyarî da ku heke rewş wisa berdewam bike, dê kareseteke mirovî pêk were.

‘Dewleta Tirk kêmkirina ava çemê Firatê didomîne’
5 gulan, 2022   03:15
REQA-EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker her sal di biharê de ava çemê Firatê kêm dike. Dewleta Tirk a dagirker careke din ava çemê Firatê kêm kir.

Hikumetên Şam û Bexdayê hîna li hember vê yekê bê deng in û lihevkirina sala 1987`an a di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de binpê dikin. Li gorî vê lihevkirinê divê Tirkiyê di her saniyekê de ji her du dewletan re 500 metrekab avê berde.

Di vî warî de serokê Beşa Xebitandinê ya Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Reqayê Şêxnebî Xelîl got: “Her sal bi taybet di havînê de dewleta Tirk ava çem kêm dike. Beriya du mehan herikîna avê derdora 300 heta 350 metrekab bû. Lê niha ev rêje daketiye 200 metrekaban.”

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê armanc dike fişarê li aborî û çandiniya li herêmê bike, nexasim ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan dikin.

Xelîl wiha domand: “Heke rewş wisa bidome, dê karesteke mirovî di sektorên aborî û civakî de pêk were.”

Her wiha Xelîl diyar kir ku ew hewl didin avê ji cotkaran re peyda bikin da ku zirar negihêje hilberîna genim û bang li hemû cotkaran kir ku avê zêde xerc nekin da ku têra hemû cotkaran bike.

Di dawiyê de Şêxnebî Xelîl bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi lez mudaxele bikin û bikaranîna ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

(şx)

ANHA