​​​​​​​Bi boneya cejna Remezanê li navenda Mihemed Şêxo şahiyek hat lidarxistin

Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê bi boneya cejna Remezanê şahiyek li dar xist, tê de bi sedan şênî amade bûn.

​​​​​​​Bi boneya cejna Remezanê li navenda Mihemed Şêxo şahiyek hat lidarxistin
4 gulan, 2022   19:38
QAMIŞLO

Şahî li Parka Dirîm Land a li Qamişloyê bi beşdariya bi sedan şênî hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/05/04/192249_img_7427.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê axiftin hate kirin û pêşwaziya şêniyan hate kirin.

Di şahiyê de koma Şehîd Welat, koma Şehîd Sakîne û koma Bala stran û dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA