​​​​​​​Şehîd Şervan Êzidxan hate oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Şengalê şehîd Şervan Êzidxan oxir kir û soza xwe ya berxwedanê dubare kir. Şehîd Şervan Êzidxan di 2’yê Gulanê de di êrişa artêşa Iraqê de şehîd bûbû.

​​​​​​​Şehîd Şervan Êzidxan hate oxirkirin
4 gulan, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi merasîmeke biheybet şehîd Şervan Êzidxan ku di 2’yê Gulanê de di êrişa artêşa Iraqê  de ya li dijî Asayîşa Êzixanê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de şehîd bibû, hate veşartin

Şêniyan ji nexweşxaneya Xanesorê cenazeyê şehîd hilda û bere xwe da Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan a li çiyayên Serdeştê.

Merasîma veşartina şehîd Şervan bi rêzdariya ji bo şehîdan dest pê kir. Li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zekî Şengalê axivî û got: “Em li ser navê fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd re dixwezin. Heval Şervan hevalekî fermandar û pêşeng bû. Ji bo perwerdekirina ciwanên êzidî xwe bi rêxistin kiribû.

Me ji zû ve ev biryar daye. Biryara me biryara têkoşînê ye, biryara berxwedaniyê ye. Îro piştî ku me ewqas şehîd daye, me ewqas qehreman di oxira vê axê de daye em ê çawa bêdeng bin. Em YBŞ me tu car nexwestiye bi rêya şer pirsgirêk werin çareserkirin. Lê dewleta Iraqê di vê de israr dike ku bi şer çareser bike. Em şervanên şehîd Dijwar in, yên şehîd Mam Zekî ne, em tu car dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Em li vir dubara dikin ku em amade ne, pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Em fedaîyên Tawûsê Melek in. Kîjan hêz hewl bide Şengalê dagir bike, em ê li hemberî wan bin. Kî çi dike bila bike em hêzên fedayiyên vê civakê ne.”

Li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê Azad Hisên jî axivî. Azad Hisên di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Şervan de şehîdên 74’ê fermanan bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Lazim e hemû civaka êzidî dîroka xwe lêkolîn bike. Bila tu kes nebêje ku ev êriş tenê li ser rêveberiya xweser e yan jî li ser hêza leşkerî ye. Ev êriş li ser hemû civaka Êzidî ye. Eger îro şer li ber deriyê min be wê sibê li ber deriya cîrana min be.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir axivî. Kinê Xidir diyar kir ku ew weke dayîk wê her dem li kêleka zarokên xwe di mewizyan de bin û wiha anî ziman “Em li pey şopa şehîdên xwe ne. Em tu car cih nadin wan kesên ku di sala 2014’an de ji vir reviyan. Hêza me li ser navê Tawisê Melek, li ser van çiyayên me hatina ava kirin.”

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Roza Deşta ji ajansa me re axivî. Şervana Roza diyar ku ew weke hêza parastina Şengalê wê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin û wiha got: “Ev êrişên ku li ser Şengalê tên kirin planên dewleta Tirk e. Bi riya artêşa Iraqê dixwazin lîstok û planên xwe li hember civaka me bi kar bînin. Hêza me tu car êrişî artêşa Iraqê nekirin. Bila her kes bizane ku artêşa Iraqê êrişê me dikin. Em ne li dijî artêşa Iraqê ne. Lê baweriya me bi tu hêzeke dervayî me nemaye. Lewma heqê vê civakê heye îro parastina xwe bike. Ez di dawiyê de bang li hemû civaka Êzidî dikim ku lazim e em bi hev re li hemberî van êrişan bin.”

Piştî axaftinan şehîd Şervan spartin axê.