SOHR: Tevî efûyê jî bi deh hezaran girtî di girtîgehan de ne

SOHR`ê ragihand ku ruxmî efûya dawîn ku Beşar El-Esed derxistiye, lê bi deh hezaran kes hîna di girtîgehan de ne. Li gel tunebûna lîsteyên fermî yên navên kesên sûd ji efûyê girtine û cihên radestkirina wan, tevliheviyek li Şamê çêbûye û malbatên girtiyan di nav fikaran de ne.

SOHR: Tevî efûyê jî bi deh hezaran girtî di girtîgehan de ne
4 gulan, 2022   12:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dîfa Watanî û komên din ên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji qanûna efûyê ku Beşar El-Esed derxistiye, ne razî ne.

Li gorî SOHR`ê, hejmara girtiyên ji ber efûyê serbest hatine berdan, gihaşt 252 girtiyan. Diviyabû bi hezaran girtî di encama vê efûyê de serbest hatibana berdan. Lê ev yek pêk nehat. Ruxmî ku ev çend roj e efû derketiye, lê heta niha daneyên fermî yan jî lîsteyên navên girtiyên sûd ji efûyê girtine, nehatine amadekirin.

Li gorî daneyên SOHR`ê di girtîgehên hikumeta Şamê de, 969 hezar û 854 girtî hene. Di nava wan de, 155 hezar hene. Hemû di destpêka aloziya Sûriyê de sala 2011`an bi destê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hatine girtin.

SOHR`ê hişyarî da ku hikumeta Şamê bi rêya vê efûyê hewl bide wêneya xwe xweşik bike û ji binpêkirinên hovane yên di girtîgehan de dike, bireve. Bi taybet piştî gelek raporên navneteweyî yên têkildarî dosyaya binpêkirinên di girtîgehan de derketin û zexta rêxistinên mirovî û hiqûqî.

Li gorî daneyên SOHR`ê di girtîgehên hikumeta Şamê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve zêdetirî 105 hezar kes bi îşkenceyê hatine kuştin.

GIRTIYÊN TÊNE BERDAN BI NEXWEŞIYÊN DERÛNÎ KETINE

Li ser malperên tevna civakî wêneyên bi hezaran malbatên girtiyan hatin weşandin ku li Şamê ne û li benda serbestberdana zarokên xwe ne. Her wiha bi hezaran sûrî wêneyên ewladên xwe yên di girtîgehên hikumeta Şamê de weşandin da ku xwe bigihînin wan û çarenûsa wan nas bikin. Lê gotegot hene ku girtiyên serbest têne berdan, an hişê xwe winda kirine yan jî bi nexweşiyên derûnî ketine.

‘KOMKUJIYA EFÛYÊ’

Her wiha bi hezaran sûrî, di nav de kesayetên alîgirên hikumeta Şamê bi rêya malperên tevna civakî, ev tedbîr rexne kirin ku lîsteyên fermî yên navên kesên serbest hatine berdan û cihên ku dê li wir radestî malbatan bên kirin, nehatine amadekirin. Heta hinekan ev efû wek “Komkujiya Efûyê” bi nav kir.

Ev ne cara yekê ye ku Beşar El-Esed efûyê derdixe, lê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê van biryaran pêk naynin.

(şx)