Şêniyên Til Koçerê şehîd Lorans Xidêr oxir kir

Şêniyên Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lorans Xidêr li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed spart axê.

Şêniyên Til Koçerê şehîd Lorans Xidêr oxir kir
4 gulan, 2022   13:19
QAMIŞLO

Şêniyên Til Koçer û endamên Hêzên EWlekariya Hundirîn berê xwe da Goristana Şehîd Uqab El-Eswed a Til Koçerê ya Qamişlo ku cenazeyê şehîd Lorans Xidêr oxir bikin.

Dema şehîd Lorans Xidêr li ser erka xwe bû di 3’yê vê Gulanê de şehîd bû.

Li pêş Goristana Şehîd Uqab El-Eswed şêniyan cenaze wergirt û dûre Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî pêşkêş kir.

Li dawiyê merasîmê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê secila şehîd wiha ye;

Nav û paşnavê şehîd: Lorans Xidêr

Navê bav: Medlol

Navê dê: Reyûf

Cih û dîrola tevlêbûnê: Deriyê Til Koçer, 18.05.2018

Cih û dîroka şehadetê: Deriyê Sêmalka, 03.05.2022

(fr)

ANHA