Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên şermezarkirina êrişên li ser Şengalê

Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl ên Dêrikê û meclisa Dirbêsiyê bi daxuyaniyên cuda êrişên hikumeta Kazimî yên li ser Şengalê şermezar kirin û wekî qirkirina civata êzidî bi nav kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên şermezarkirina êrişên li ser Şengalê
3 gulan, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl li qada Navenda Kar û Barên Civakî kom bûn, da ku li dijî êrişên hikumeta Kazimî yên li ser Şengalê daxuyaniyekê bidin raya giştî

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd daxuyanî xwend.

Destpêka daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin: "Em gel û malbatên şehîdên îro li pişta gel û hêzên Şengalê ne û dibêjin, hikumeta Iraqê û PDK`ê û dewleta Tirk a faşîst hewl didin vîna gelê Şengalê têk bibe."

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku êrişên li dijî gelê Şengalê ne qanûn û ne exlaq qebûl dike, lê ew ê gelê herêmê li hemberî van êrişan bê deng nemînin ji ber ku xwedî îrade û hêz in. Bi saya fikir û têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê tu hêz nikare wan bişkîne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wêrekiya dayikan û gelê Şengalê hate kirin ku li dijî dewleta Iraqê çek rakirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dema banga azadiyê hatiye û dive her kes bizane ku parastina nirxên gelan û şopandina rêya şehîdan û fikr û felsefeya rêber Ocalan, berdewamkirina xeta berxwedanê ye. Lewma em gelê Dêrikê û Meclisa Malbatên Şehîdan berxwedanê gelê Şengalê silav dikin û di şexsê şehîd Feraşîn hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şehîdên Şengalê bi bîr tînin."

Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên civata sivîl ên Dêrikê di daxuyaniyên xwe de îxaneta PDK`ê şermezar kir.

DIRBÊSIYÊ

Bi mijarê ve girêdayî Meclisa Navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê û endamên meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Komplo û planên hevbeş ên dewletên herêmî, di serî de artêşa Tirk a dagirker û hikumeta Kazimî û PDK`ê êdî eşkere diyar dibin. Artêşa Iraq êrişên berfireh dibe ser civata êzidî ya li herêma Şangelê.

Şerê hikumeta Iraqê li dijî civata êzidî ya li Şengalê dide meşandin, digihêje asta qirkirinê ya civata Iraqê di dirêjahiya dîrokê de pê re rû bi rû mabû.

Lewma em dibêjin êrişên hikumeta Iraqê ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên binpêkirina serweriya Iraqê, topbarana gundan û qirkirina gelê Kurd, derexlaqî ne."

Di berdewama daxuyaniya meclisê de ev tişt hate gotin: "Hikumeta Iraqê ya ku hevbeşiya wê bi dagirkeriya Tirk re eşkere bûye, divê xwe ji komploya dewleta Tirk dûr bixe û êrişên wê têk bibe ne ku çekan bigihîne gelê xwe ku bi qirkirin û fermanan re bi rû mane."

Di daxuyaniyê de îşaret bi armancên dewleta Tirk hate kirin û wiha dewam kir: "Armanca wê planên xwe yên dagirkeriyê yên sînordarkirina projeya demokratîk a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê rewa bike, her wiha hîn zêdetir herêman dagir bike da ku rûbera hegemoniya xwe zêdetir bie. Her wiha ewlehî û îstiqrara di navbera gelan de têk bibe."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civata êzidî dikare çarenûsa xwe li gorî lihevkirina bi hikumeta Iraqê re, diyar bike da ku hebûn û nasnameya xwe mîsoger bike.

Di dawiya daxuyaniyê de êrişên artêşa Iraqê yên li ser gelê Şengalê hate şermezarkirin û bang li hêzên rizgarîxwaz û demokrat hate kirin ku li dijî van êrişên qirkirinê bisekinin.

(eh)

ANHA