DAIŞ`ê êrişî baregehên hikumeta Şamê li Dêrazorê kir

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li bajarokê El-Qoriyê yê rojhilatê Dêrazorê kir. Balafirên Rûsyayê jî 6 êrişên hawayî bir ser baregehên çeteyan ên li çolistanê Resafê ya gundewarê Reqayê.

DAIŞ`ê êrişî baregehên hikumeta Şamê li Dêrazorê kir
3 gulan, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li herêma Hemra ya çolistana bajarokê El-Qoriyê yê rojhilatê Dêrazorê de, 8 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 6 êrişên hawayî bir ser baregehên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Resafê ya gundewarê Reqayê.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka 2022`an ve di operasonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê de, 195 çekdar hatine kuştin, ji wan 104 çeteyên DAIŞ`ê ne ku di êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatine kuştin. 91 jî leşkerên hêzên hikumeta Şamê ne ku di encama 35 êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên cuda yên çolistanê de hatie kuştin.

(eh)