Dagirkeriya Tirk vê carê jî cerdevanan bi ser gerîla de dişîne

li gorî ajansa Mezopotamya, dewleta Tirk a dagirker 120 cerdevanên ji bajarokê Dêrgulê bi sifeta çawişên pispor şandine herêma Metînayê da ku di şerê li dijî gerîla de bi kar bîne.

Dagirkeriya Tirk vê carê jî cerdevanan bi ser gerîla de dişîne
3 gulan, 2022   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de bi bejahî û hewayî li dijî Herêma Kurdistanê dest bi êrişan kir.

 Li gorî ajansa Mezopotamya, piştî ku Tirkiyeyê nekarî di êrişê de pêş bikeve, niha jî cerdevanan dişîne herêmên şer. Cerdevanên bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê beriya niha jî di gelek êrişan de hatin bikaranîn.

Hate zanîn ku sercerdevan Nacî Demîr ku birayê seroka şaredariya AKP’î Nîmet Demîr e, zext li cerdevanan kir ku beşdarî êrişan bibin û li ser vê yekê jî gelek cerdevan ber bi herêma Metînayê ve hatin şandin.

Tê ragihand ku 120 cerdevan ji bo ku di êrişan de bên bikaranîn, bi sîfetê çawişên pispor ber bi herêma Metînayê ve hatine şandin. Li gel sercerdevan Demîr, cerdevanên bi navên Omer Gungor (Emerê Ûnis) û Abdullah Şîmşek (Evdiyê Şahînê Reşo) fermandariya van tîmên cerdevanan dikin.