Dîmenên çalakiya YJA Starê ya li Avaşînê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ya li herêma Avaşînê weşandin. Di çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiya YJA Starê ya li Avaşînê
3 gulan, 2022   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li dijî artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kiribûn:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşîn;

13'ê Nîsanê saet di 18:13'an de hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Dilgêş xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê da. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li 2 çeperên li ser gir hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamerayên mobese hatin îmhakirin."