‘Dixwazin koka Kurdan biqelînin, lê mîna her carê Kurd li ber xwe didin’

Şêniyan diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de ji aliyê hêzên dagirker û qirker ve bi gelek cureyan rastî hewldanên qirkirinê hatiye û got “Niha jî dixwazin bi hinceta PKK`ê koka Kurdan biqelînin, lê mîna her carê Kurd li ber xwe didin.”

‘Dixwazin koka Kurdan biqelînin, lê mîna her carê Kurd li ber xwe didin’
3 gulan, 2022   05:35
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Her roj herêm rastî êrişên hovane tên. Di encamê de gelek welatî tên şehîdxistin an jî birîndar dibin.

Welatiyê bi navê Mihemed Şerîf Mihemed ê ji Qamişloyê diyar kir ku gelê Kurdistanê bi sedan salan gelek caran rastî hewldanên qirkirinê hatiye û got: “Pêkhateyên ku êrişên qirkirinê bandora xwe li wan kir û bi milyonan kes ji wan hatin kuştin, ev bandor ji ber ku xweparastin tune bû, ji ber ku civakê di çarçoveya parastina cewherî de xwe neparast.”

Şerîf Mihemed got: “Dijmin ne tenê ji bo dagirkirinê derbasî Kurdistanê bûn, ji bo guhertina demografî û qirkirina bû. Xwestin bi rêya eşîr û êlên xwe, xwe li Kurdistanê bi cih bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Şerîf Mihemed bal kişand ser hewldanên guhertinên demografîk û got: “Li Başûr partiya Baasê pêkhateyên Ereb bi cih kirin û hebûna Kurdan înkar kir. Bi hezaran gund ji kokê rakirin, Enfal jî mînaka wê ye. Li Rojavayê Kurdistanê bi şêwazê dûrî qirkirina fîzîkî hewldan hatin kirin, zimanê kurdî qedexe kirin, navê gund û bajaran guhertin û gelek Kurd biyanî hatin naskirin.”

Mihemed Şerîf Mihemed wiha pê de çû: “Di demên berê de gelê Kurd zêde xwe bi gund û çiyayan girt, bi taybetî dema ku Pers û Med li hemberî Makedonan de têk çûn û li Kurdistanê serweriya hêzên derve çêbû, berxwedana gelê Kurd jî ji wê demê dest pê kir û heya roja me ya îro dewam dike.”

Mihemed Şerîf Mihemed da xuyakirin ku jinên Kurd li çiyayan berevanî li ber welat dikin û got: “Li Rojavayê Kurdistanê gelekî şoreşger heye, wê demê vîna gel li ser parastinê heye.”

‘ÇAWA PARÇEKIRIN, NIHA JÎ DIXWAZIN QIR BIKIN`

Li aliyekî din welatiya ji Efrînê Mûna Emîn Birîm jî diyar kir ku dewletên desthilatdar ku xwestin di demên berê de bi Peymana Lozanê Kurdistanê parçe bikin, îro bi destê dewleta Tirk a dagirker dixwazin Kurdan qir bikin û got: “Lê bila bizanin ev sedsal sedsala Kurdan e. Gelê me gelekî berxwedêr e, mînaka wê ya herî berbiçav li Efrînê li ber xwe da û niha jî li nêzî Efrînê li Şehbayê xwe bi cih kiriye û tê dikoşe.”

Mûna Emîn Birîm da zanîn ku divê ne tenê gelê Kurd, pêkhateyên li herêmê bi giştî li hember êrişên dewleta Tirk a qirker derkevin û got: “Ji milê şerê taybet ve jî dixwazin vîna gelan têk bibin, tu carî hêza gel nayê şikandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Mûna Emîn Birîm bal kişand ser hevkariya PDK`ê û got: “Bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê PKK dikin hedef û bi rêya PKK`ê dixwazin koka Kurdan ji hebûnê dûr bixin. Lê nikarin, ji ber şaxê PKK`ê gihaştiye nava gelan. Malbata Barzanî beriya niha bi awayekî veşartî destek dida Erdogan, lê îro hevkar e û ev yek derket ber çavan.”

ANHA