​​​​​​​Feleknas Ûca: Werin em dengê gelê Şengalê bilind bikin

Feleknas Ûca banga xwedîderktina li Şengalê kir û  got:"Aloziya ku tê xwestin li Şengalê çêbibe bi kêrî kesî nayê û hemû herêm zirarê dibîne. Ev êriş siberoja gelan tarî dike û aştiya civakî asteng dike.

​​​​​​​Feleknas Ûca: Werin em dengê gelê Şengalê bilind bikin
2 gulan, 2022   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, têkildarî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Feleknas Ûca di daxuyaniya dayî de wiha got: “Mixabin êrişên li dijî êzidiyên ku heta niha 73 ferman û qetlîam li wan hatiye kirin û herî dawî di sala 2014’an de li pêşberî hemû cîhanê rastî êrişên qirkirinê yên barbarên DAIŞ’ê hatin, bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de bi sed hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, bi hezaran jin hatin qetilkirin û bi hezaran jin û keç dîl hatin girtin. Heta îro jî çarenûsa 2700 jinên Êzidî ne diyar e. "

Feleknas Ûca her wiha bal kişande ser planên ku li ser Şengalê ya ku dixwaze birînên xwe bipêçe kir û got; “Hikûmeta AKP'ê ji bo komkujiyên ku DAIŞ'ê nîvco hiştibû temam bike, bi dehan caran êrişên hewayî li dijî wargeh, nexweşxane, meclis û saziyên perwerdeyê yên Şengalê pêk anîn. Beriya niha bi demeke kurt şandeya me çûbû Şengalê û li wir wêraniyên ji ber êrişên hewayî yên li Şengalê dît. Niha jî gelê Êzidî dibin hedef û bi êrîşên hêzên Iraqî re rû bi rû ne."

Di beşek din a daxuyaniyê de  Feleknas Ûca îşaret bi peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê ve li ser îradeya Şengalê xwestin ferz bikin kir û pêvajoya wê dawiyê wiha nirxand; “Bi dîwarê di navbera Rojava de hatiye lêkirin re, dixwazin êzidiyên bi fermana 74’an re rû bi rû bikin. Ev hemû êrişên organîze û sîstematîk ragihandina konsepta qirkirina gelê Êzidî ye û sûc e. Em bang li hêzên têkildar dikin ku dest ji sûcê xwe yê hevpar ên li dijî gelê Êzidî berdin. Aloziya ku tê xwestin li Şengalê çêbibe bi kêrî kesî nayê û hemû herêm zirarê dibîne. Ev êriş siberoja gelan tarî dike û aştiya civakî asteng dike.”

Feleknas Ûca di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên ku van êrişan temaşe dikin kir ku konsepta qirkirinê betal bikin û gavên ku aştiya civakî ava bike biavêjin û wiha banga xwe domand; “Guhdarîkirina gotinên gelên li Şengalê û naskirina vîna wan yekane çareserî ye. Çawa ku bêyî tevlîbûna gelê Şengalê û vîna wan çareserî pêk nayê, ferzkirin û hewldana ferzkirinê jî ne exlaqî û wijdanî ye. Em piştgiriyê didin îradeya gelê Şengalê ku piştî komkujiyê xwe rêxistin kir, xwe parast û hewl da jiyaneke nû ava bike û em bang li hemû aliyan dikin ku rêz li vê îradeyê bigirin. Em banga xwedîderketina li Şengalê dikin. Erka mirovahiyê ye ku êzidiyên ku bi salan e di bin êrişên ferman, koçberkirin û komkujiyan de ne, biparêze. Em bang li raya giştî ya hestiyar dikin ku dengê xwe tevlî dengê vî gelî yê ku tevî hemû êrişên qetlîamê li ber xwe dide û baweriya xwe diparêze, bikin."