​​​​​​​‘Divê berpirsên hemû komkujiyên ku li Sûriyê hatine kirin werin darizandin’

Komkujiya li taxa Tedamun a Şamê di rojeva Sûriyê û cîhanê de ye. Siyasetmedar Xiyas Neîse anî ziman ku komkujiyê wêneyeke bi êş a hovîtiya rejîmê û hêzên dijberî şoreşê tîna bîra mirov. Her wiha got, MSD'ê ya herî zêde dikare dosyaya sûcdaran bişopîne.

​​​​​​​‘Divê berpirsên hemû komkujiyên ku li Sûriyê hatine kirin werin darizandin’
3 gulan, 2022   04:09
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

27'ê Nîsanê borî rojnameya The Guardian a brîtanî, lêkolînek berfireh û bi dîmen belav kir. Di lêkolînê de diyar dibe ku endamên Şaxê 227'an "Şaxê Herêmê" ya saziya îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê înfazeke komî li dijî sivîlan li taxa Tedamun a Şamê pêk anîne.

Rojnameyê hurguliyên komkujiyê parve dike ku di Nîsana 2013'an de hatiye pêkanîne. Di dîmen de, komeke sivîl çavên girtin û destên kelemçekirin hatine girtin û ji aliyê endama îstîxbaratê Emced Yûsif ve ber bi çalekê ve têne rêkirin û di wê çalê de gule li wan tên reşandin. Paşê kujer cenazeyên wan kom dikin û didin ber agir.

Li gorî raporên rojnameya Şerq El-Ewsat, komkujî li kolana Dabûl, li piş hola Hesna ya li beramberî mizgefta Osman Bin Efan a li rojhilatê taxa Tedamun di çargoşeke niştecihbûnê de ku nû tê avakirin, çêbûye.

Aliyên sûrî, erebî, herêmî û navneteweyî nerazîbûnên xwe nîşanî vê komkujiyê anî ziman.

Wezareta Derve ya DYA'yê komkujî bi tundî şermezar kir û xwest ku sûcdar werin darizandin.

Ev yek di demekê de hat ku gelek dewletên ereban bi zextên Rûsyayê dest bi normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re kirine.

Komkujiya li taxa Tedamunê, sûc û komkujiyên ku hikumeta Şamê û çeteyê dewleta Tirk a dagirker ên ku navê opozîsyona Sûriyê li xwe dikin, tîne bîra gelê Sûriyê.

Ruxmî ku komkujiya li vê taxê nû eşkere dibe, lê gelek sûcên din hatine nixumandin. Ji wan qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hervîn Xelef û şervana YPJ'ê Barîn Kobanê ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatine qetilkirin û bi cenazeyên wan hatin lîstin.

Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşgerî ya Sûriyê Dr. Xiyas Neîse li ser mijarê got: "Komkujiya li Tedamun a hovane wêneyên herî hovane yên sûcên di deh salên borî de yên li dijî sivîlan hatine kirin, vegerand bîra gelê Sûriyê ku rola rejîma desthilatdar destpêker û ya herî girîng tê de hebû."

Neîse îşaret pê kir ku ev ne komkujiya yekane, gelek komkujiyên din hene  ku rejîm, gelek hêzên dijî şoreşê û hêzên dagirker pêk anîne û wiha domand: "Gelê Sûriyê bi piraniya xwe bû qurbanê hovîtiya van aliyan ku şoreşa gel têk birin, ji ber ku rejîm û dijberên xwe yên dijberî şoreşê li dijî hemû projeyên rizgarkirina gelan in û jiyana mirovan ne di xema wan de ye."

Xiyas Neîse bal kişand ser sedema zêdebûna asta van sûcan û got: "Bi teqez binkeftina şoreşa ku ji bo azadî, wekhev û jiyaneke bi rûmet dest pê kiribû, derfeteke berfireh ji bo xîtab, kiryarên hovane û yên olî, tayîfî û mezhebî û eşîrtî yên paşverû vekir. Li hemberî hovîtiya rejîmê hovîtî hene ku li hemberî hev şer dikin. Dewletên herêmî û navneteweyî van aliyan ji bo berjewendiyên xwe ne ji bo tiştekî din bi kar tînin."

Siyasetmedar Neîse destnîşan kir ku binkeftina şoreşê, hovîtiya rejîmê, destwerdanên hêzên derve û tunebûna rêveberiya niştimanî ya şoreşgerî ku xelkê bi rêxistin bike zemîna pêkanîna sûcên herî hovane li dijî sivîlên gelê Sûriyê ava kir.

'HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE KAR DIKIN'

Xiyas Neîse diyar kir ku ku gelek sûcên din hene lê qala wan nayên kirin û sedama vê yekê wiha şîrove kir: "Dewletên herêmî û navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe nêzî vê mijarê dibin. Dewletên mezin li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê bêdeng in, ji ber ku berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene. Her aliyek li gorî berjewendiyên xwe, ne li gorî nêrîneke mirovî, exlaqî û qanûnî nêzî vê mijarê dibe. Sûcên ku aliyên dijberî şoreşê kirine dirêj û mezin in ku mîna wan nehatine kirin."

'MSD'Ê YA HERÎ AMADE YE KU DOSYAYA SÛCDARAN BIŞOPÎNE'

Neîse di dewama axaftina xwe de peyamek ji sûriyan re şand û got: "Tenê erka sûriyan e ku dadgehekê ji bo van sûcan ava bikin. Ev yek veguhestineke demokratîk dixwaze. Ya girîng ew e ku yek sûcdar ji cezayê adil nefilite da ku gelê me birîna xwe bipêçe û ber bi jiyaneke demokratîk a nû ve biçe."

MSD'ê bi daxuyaniyekê komkujiya li taxa Tedamun şermezar kir û banga darizandina sûcdaran, avakirina komîteyeke lêkolînkirina sûcên li dijî sûriyan kir.

MSD'ê diyar kir ku heger hin komkujî eşkere bûne, bi teqez bi dehan komkujiyên din di girtîgehan de hene ku nehatine belgekirin û got: "  Bêyî darizandina sûcdarên şer û diyarkirina çarenûsa girtî û windahiyan, çareseriyeke siyasî pêk nayê. Heger ev sûcdarên van sûcan, nemaze yên ku bi mebestên mezhebî, neteweyî û olî derdikevin neyên şermezarkirin, ne pêkan e ku welatek li ser bingeha hemwelatîbûna rasteqîn were avakirin û nasnameya sûrî ji bo me hemûyan ku nasnameya gerdûnî û serekî be."

Neîse anî ziman ku ji helwestên ku li dijî vî sûcê hovane derketin, daxuyaniya MSD'ê ya herî girîng bû û wiha pê de çû: "MSD'ê derbarê her sûcên ku têne kirine de, helwesteke giştî nîşan dide. Helwesta wê bi bûyerekê tenê sînordar namîne, lê helwesteke niştimanî, demokratîk û dirust dide ku nakeve çarçoveyên mezhebî yên ku ji aliyê hinekan ve hatin derxistin, yên ku berpirsê hovîtiyên ku sûrî azarên wê kişandin. "

Têkildarî nêzîkatiyên ji van sûcan re Xiyas Neîse wiha got: "Nêzîkatiyên bi dosyaya sûcên dermirovî û sûcên şer ên li Sûriyê re avakirina komîteyeke serbixwe ya lêkolînkirina rastiyan pêwîst dike. Divê ev komîte hemû sûcên ku hatine kirin belge bike û sûcdaran sewqî edaletê bike û ziyanên qurbanî û malbatên wan çareser bike. Ji niha ve divê ev kar were kirin. Meclisa Sûriya Demokratîk a herî amade ye ku dikare vê yekê pêk bîne. Divê sûcdarek jî ji ceza nefilite."

ANHA