YBŞ: Em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku ji bo çaresekirina pirsgirêka li Şengalê diyalog û demokrasiyê bingeh digirin û got: ”Em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin.”

YBŞ: Em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin
3 gulan, 2022   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: ”Em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin û di encama wê de çî dibe bila bibe, di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike em ê bikin û em gav paşde navêjîn.”

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye: ”Ev demek bû hikûmeta Kazimî dixwest bi helwesteke ku xizmeta Iraq neke êrişî me û gelê me bike. Lê belê her carê bi xwînsariyeke mezin ve me rê ne da ku rewşeke cûda rû bide û em bi hesasiyetek mezin nêz dibûn.

Li dema ku em wek hêz û gel me amadekariya cejna xwe ya serê sala dikirin, ji bo bi hevre pîroz bikin, di heman demê de di 17’ê Nîsanê de ji aliyê hikûmeta Kazimî ve êrişî ser noqteyeke Asayîşa Êzîdxanê hat kirin û ji bo ku pirsgirêk mezin nebe û armanca van nêzîkatiyan were fêhmkirin, me hewildanek mezin da û me xwest em çareser bikin, lê mixabin di heman şevê de êriş birin ser cihên me û xwestin bi vê êrişa xwe hemû destkeftîyên me, hêzên me, gelê me û tevahiya nirxên me bin pê bikin û tesfiye bikin. Li vê derê jî gelê me bi hêza xwe berxwedaniyeke mezin raber kir û bi nêzîkatiyeke ku rewş mezin nebe em carek din ketin nav tevgerê. Li hemberî vê rewşê em mecbûr man ku xwe û gelê xwe biparêzin. Piştî vê rûxmê sê hevdîtinan hikûmeta Kazimî nêzîkatiyên xwe yên tûnekirinê ne guhert û hêzek pir mezin ku ji top, tang û her cûre çekên mezin pêk dihat derbasî xeta şemal kir, ji bo êrişê xwe dewam bikin, hêzên me bi armanca ku pêşiya şer bigre û ew hêz derbasî nav gel nebe bi ser noqtê me de neyên, mecbur man rêka qût bikin, lê carak din bi top, tang û her cûra silahên mezin ve êriş li ser hêzên me û gelê me yê sivîl kirin.

Ev êrişên hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk a dagirker û bi sorkirina PDK'ê ve bi destê Qayît Emelîyatê Mûsil pêk aniye. Yanî hikûmeta Kazimî van fermanan yekser ji dewleta Tirk ya qirker û dagirker û îxanetkarên weke PDK'ê digire û xwestekên wan pêk tîne. Em dûbare dibêjin mûşkila Şengal ne leşkerî ye, lê belê siyasî ye. Ev hewildanên  Kazimî û hikûmete wî rê lê pêşiya dagirkirina xaka Iraqê vedike, pêwîst e gelên me yê Iraqî tevahî di zanabûna vê de bin û xwedî helwest bin.

Hewildanên bêçekhiştina Êzidiyan û tinekirina hêzên wan di demekê de ku Iraq di krîzên siyasî û civakî re derbas dibe ji aliyekî ve belavbûna îdeolojî û hizrên radîkal yên ku xeteriya herî mezin a li ser kêmnetewa û taybet me Êzidiyan de, rê vekirina li pêşî û dûbarakirina senaryoya 2014’an e.

Em wek civaka Êzidî di dirêjaha dîroka xwe de rastî gelek fermanan hatîna û sedemê herî mezin jî ewbû ku em ne xwedî hêzeke xweparastinê bûn ,bitaybet dema ku 2014 de em bitinê hatîn hiştin ji mafê meye em di asta siyasî û leşkerî de xwe rêxistin bikin û biparêzin ,ji bo wê em ê tu carî xwe bê parastin nehêlin  û em van hawildan û nêzkatyê bi vî rengî bi ti awayê qebûl nakin.

HEVALEKÎ ME ŞEHÎD BÛ

Di encama vê şerê de windahiyên me herdû aliyan çêbûn. Hevrêyekî me şehîd ket û sê birîndarî me çêbûn ji wana yek jî sivîl bû .

Em dîsa jî didin diyarkirin ku em pirsgirêkan bi rêbazê diyalog û demokratîk çareserkirinê esas digrin û alîgirê vî ne. Em ne li dijî artêşa Iraqê ne, lê em li dijî siyaseta tinekirin û  bikaranîna artêşê ji bo berjewendî yên hin aliyên derve û hindir in. Lê dîsa jî em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin û di encama wê de çi dibe bila bibe, di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike emê  bikin û em gav paşde navêjîn.

’DIVÊ GELÊ ME RÊ NEDE SERKEFTINA PLAN Û KOMPLOYÊ KU TINEKIRINA ME ARMANC DIKE’

Li ser vî esasî divê gelê me jî li gel hêza xwe ya parastinê berxwedaniya xwe xurt bike û têkoşîna xwe bilind bike û divê gelê me rê nede serkeftina plan û komployê ku tinekirina me armanc dike.”