​​​​​​​Çiya Kurd: Êrişa li ser Şengalê berdewama fermanên li dijî êzidiyan e

Bedran Çiya Kurd êrişên artêşa Iraqê yên bi desteka PDK'ê yên li ser Şengalê wekî berdewama tevahî fermanên li dijî êzidiyan pênase kir û got: "Li şûna ku hikumet û artêşa Iraqê bi erkên xwe yên niştimanî û qanûnî rabin û destekê bidin civaka Êzidî û wê biparêze, bi zextên derve qanûn û destûrê binpê dikin."

​​​​​​​Çiya Kurd: Êrişa li ser Şengalê berdewama fermanên li dijî êzidiyan e
2 gulan, 2022   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd êrişên artêşa Iraqê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Şengalê ji ANHA'yê re nirxandin.

Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de got: "Di dîrokê de planên qirkirinê li dijî civaka Êzidî hatin kirin, ya dawî di Tebaxa 2014'an de bûn. Civaka Êzidî kiryarên ku DAIŞ'ê û alîkarên wê li dijî wê pêk anîne ji bîr nekirine. Birîna êzidiyan hîna nehatiye pêçandin, nemaze ku gelek gorên komî li Şengalê hene û nehatin naskirin. Ruxmî ku bi hezaran jin, zarok û kesên bi temen bûne qurbanî, ji demeke dirêj ve gelê Şengalê careke din rastî gefên qirkirin û koçberkirinê tê."

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser armanca êrişên dawî yên li ser Şengalê û wiha pê de çû: "Mixabin, di van rojan de artêşa Iraqê Şengal dorpêç kiriye û êrişên berfireh bi hemû cure çekên giran li dijî wê pêk tîne. Armanca ji van êrişan ji tevahî armancên qirkirin yên li ser civaka Êzidî hatine kirine, ne dûr e. Armanc ew e ku îradeya Şengalê bişkînin, taybetmendiyên wê têk bibin, her wiha mîna tevahî qirkirinên berê, careke din qirkirinê pêk bînin. Careke din xelkê Şengalê li pêşberî planeke xeternak in ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve hebûna wê dike armanc. Ev plan bi lihevkirinekê bi hêzên herêmî û xwecihî têne kirin bêyî tu sedemên wê yên rewa hebin.

Ruxmî ku di destûra Iraqê de mafên hemû etnîk, çand û olên civaka Iraqê tên misogerkirin, lê artêşa Iraqê êrişî Şengalê dike. Ev êriş eşkere li dijî destûrê ye, nexasim ku Şengal beşeke sereke ji dîrok û nasnameya Iraqê ye."

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de îşaret bi xeteriyên van êrişan kir û ev tişt got: "Berdewamiya mîna van êrişan dê mîna qirkirinekê be û berdewama qirkirina sala 2014'an û tevahî fermanên li dijî êzidiyan e. Li şûna ku hikumet û artêşa Iraqê bi erkên xwe yên niştimanî û qanûnî rabin û destekê bidin civaka Êzidî û wê biparêze, bi zextên derve qanûn û destûrê binpê dikin. Ev yek xizmeta berjewendiyên niştimanî yên Iraqê nakin."

Çiya Kurd îşaret bi dema pêkanîna van êrişan jî kir û diyar kir ku ev dide diyarkirin ku planeke qirêj heye ku dixwaze Rêveberiya Şengalê têk bibin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser berxwedana xelkê Şengalê û wiha domand: "Hêzên ku li Şengalê şikestên û di têkbirina xelkên wê de bi bin ketin, heger Tirkiyê be yan jî DAIŞ'ê destekê didin êrişên Bexdayê yên li dijî Şengalê, mîna ku dixwazin tolê li Şengalê hilînin, ji ber ku Şengal li hemberî qirkirinan sekinî û terora DAIŞ têk bir. Ev dide diyarkirin ku komployek ji bo qirkirina gelên herêmê di nav de Êzidî heye ku navenda wê li Tirkiyê ye."

Derbarê rol û berpirsyariya civata navneteweyî de jî Çiya Kurd anî ziman ku berpirsyariya civata navneteweyî ye ku tavilê bikeve tevgerê û nehêle komkujî pêk were, serkeftina li hemberî DAIŞ'ê xaleke dîrokî bû, ji bo rêgirtina li ber her tevgereke bi guman divê piştevaniya Şengalê were kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê kir ku têkoşîna xwe xurt bikin, li hemberî siyasetên bi vî rengî helwesteke hevpar nîşan bidin û got: "Şengal wê ne bi tenê be. Çi erk bikeve ser me em ê pêk bînin û destekê bidin şêniyên xwe yên li Şengalê. Mîna berê, em Şengal bi tenê li hemberî qirkirinê nahêlin. Armanca vê planê ji Şengalê mezintir e, bi êzidiyan tenê sînordar namîne, lê wê gelemperiya herêmê bigire nav xwe."

(bb)

ANHA