Osmaniya Nû li dijî gelên Rojhilata Navîn projeyeke dagirkerî û qirkirinê ye- HALÎL CEMAL

Osmaniya Nû li dijî gelên Rojhilata Navîn projeyeke dagirkerî û qirkirinê ye- HALÎL CEMAL
3 gulan, 2022   00:32

Dewleta Tirk ji dema avabûna xwe ve xwedî ajandayeke vekirî yan jî veşartî ye ku hem dixwaze li ser herêmê pêk bîne, hem jî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdan bi rê ve dibe. Di dema desthilata AKP-Cemaetê û desthilata faşîst a AKP/MHP'ê de ev ajande bi navê Osmaniya Nû hate binavkirin. Li gorî vê projeyê; li cîhana erebî-îslamî û rojavayê Trakyayê Deryaya Egeyê û di ser Qibrisê re parçeyên Deryaya Spî û her wiha hin beşên Gurcistan û Qefqasyayê, diviyabû ji nû ve bihatana bi dest xistin. Ji ber ku li gorî vê projeyê, xwezayî bû ku dewleta Tirk ku îdia dikir berdewama Împaratoriya Osmanî ye, îdiayeke bi vî rengî bike. Helbet heke mimkun be, Deryaya Spî bikin goleke Tirkan û li Ewropaya Navîn jî belav bibin jî beşeke vê projeyê ye. Bi kurtasî, Osmaniya Nû projeya ji nû ve bidestxistina sînorên Împaratoriya Osmanî ye.

Gelo pêkan e ku di şert û mercên heyî yên cîhanê de ev yek bi rêyên aştiyane/dîplomatîk bê kirin? Yan jî tiştekî xwezayî ye ku dewleta Tirk a faşîst nêzîkatiyeke bi vî rengî ya qirkirinê diparêze? Em hinekî bala xwe bidin ser van pirsan.

Piştî Herba 93’yan (şerê Osmanî-Rûsyayê yê 1877-1878’an) ku Osmanî li hember Rûsan têk çûn, ewilî bi Peymana Ayastafenosê û dûre jî ya Berlînê gelek cih li Balkanan û Kurdistanê ji destê wan derketin. Ev windahî di dema Şerên Balkanan de zêde bûn. Ji ber vê yekê hikumeta Terakkî bi şertê ku vê axa ji dest çûyî vegerîne, bi Împaratoriya Prûsyayê re peyman çêkir. Li ser vê bingehê jî Prûsyayê jî dê ji Rûsyayê heta Hindistanê serdest bûya. Jê vê re digot Projeya Berfirehkirina Rojhilat. Li ser vî esasî Osmanî bi awayekî xwezayî li kêleka Almanyayê li dijî hêzên Îttifaqê tev li şer bûn. Komkujiyên herî mezin ên wê serdemê li hemberî Ermen û Suryaniyan hatin kirin. Osmanî di şer de têk çûn. Girêdayî vê yekê bi peymanên Sykes-Picot û Sevrê hema bêje xaka Osmaniyan qet nedima. Bi peymanên dawîn ên Lozan û Mûsilê re, ji bilî Antaqyayê (Îskenderûn) sînorên heyî yên Tirkiyê hatin diyarkirin.

Yek ji taybetmendiyên van sînoran jî ew e ku herêmên xwedî çavkaniyên herî kêm ên petrol û gazê ye û ji aliyê Fransa û Brîtanyayê ve ji dewleta Tirk re hatin hiştin. Iraq di bin serweriya Brîtanyayê de û Sûriye û Lubnan jî di bin serweriya Fransayê de man. Çavkaniyên avê yên herî girîng ên Rojhilata Navîn Firat û Dîcle di destê dewleta Tirk a faşîst a mêtinger de man.

Dı sala 1926’an de Mûsil-Kerkûk anku beşeke Başûrê Kurdistanê yên din ava Mîsaqî Mîllî de di destê Brîtanyayê de man. Jixwe bi peymanên bi Fransiyan re çêkiribûn, beşeke Sûriyê ya Mîsak-î Mîllî  ji Fransiyan re ma. Bi taybetî windakirina Mûsil û Kerkûkê ji bo dewleta Tirk a faşîst a mêtinger derbek mezin bû. Hêza wê gelekî bi sînor bû. Di şert û mercên vê krîzê de di siyaseta navxweyî û şertên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, dewleta Tirk a faşîst komkujiyên li dijî Kurdan zêdetir kirin. Di vî warî de pêvajoya berxwedan û komkujiyan ji Şêx Seîd heta Dêrsimê tê zanîn. Yanî dewleta Tirk a faşîst di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de berê xwe da qirkirin û tepisandina Kurdan da ku muxalefeta navxweyî biqedîne. Di sala 1939’an de bi referandumeke sexte bi şertê ku tevî Almanan nebe û di encama peymaneke bi Fransayê re Îskenderûn ji xiste nava sînorên xwe ku sejimara wê hema bêje bi tevahî Ereb bû.

Ji tirsa bandora Sovyetan ku piştî şer dê Tirkiyê dorpêç bike, hikumetên Tirk ên faşîst xwe nêzî rojavayiyan kirin û tev li NATO'yê bû. Ev pêvajo veguherand firsendekê ku muxalefeta çepgir a navxweyî û hin kêmneteweyan, bi taybetî jî Rûman, tesfiye bike.

Ji Peymana Mûsilê û heta ya Lozanê û bi vir ve dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, li ser bingeha xeyala ji nû ve vegerandina axa ku ji dest wan çûye, ne tenê li nava civakê, di nava desthilatdariyê de zîhniyeta faşîst mezin kir û heta roja îro hat.

Bi AKP/MHP'ê re ev zîhniyet tevî ku navê Osmaniya Nû lê hate kirin jî, bû versiyoneke nû ya zîhniyeta Tirk/Îslamî ya Îttîhat Terakkiyê. Ev Îttîhatperweriya nû, mîna di şert û mercên Şerê Yekemîn ê Cîhanê de êrişên xwe yên li hemberî hêza sereke ya muxalefeta demokratîk heta asta qirkirinê zêde kir. Ev hêz, rewşenbîrên Ermen û Suryan bûn ku di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de pêşengî ji ronakbîriyê re kirin û rêxistinên wan ên demokratîk bûn.

Di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Kurdên Apocî û PKK'ê ev rol girt ser xwe. Astengiya herî mezin a li pêşiya belavbûna projeya Osmaniya Nû tevgera azadiya Kurd bû ku qaşo divê di dema desthilata AKP/MHP'ê de tesfiye bibûya. Ji ber ku di bin desthilata heyî de Kurd û tevgera azadiyê faktorên sereke yên desteserkirina herêmê bûn û astengiyên li pêş sînorên Mîsaqî Millî bûn. Heta ku Kurd û tevgera azadiyê hebûna, vê zîhniyeta zordar tu carî xeyalên xwe bi cih neanîn. Lewma jî diviyabû PKK û piştre jî tevahiya muxalefeta demokratîk bihata tunekirin.

Heke mirov bala xwe bidê, dema êrişên li hemberî PKK'ê yan jî Kurdên Apocî zêde dibin û êrişên li dijî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê jî zêde dibin. Komkujiyên Pirsûs û gara Enqereyê vê rastiyê nîşan didin. Ne tesaduf be ku dema DAIŞ'ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir,  şefê faşîst Erdogan gef li hunermenda demokrat Sezen Aksû xwar, yan jî bi destpêkirina êrişa li ser Zapê re di doza Geziyê de cezayên herî giran hatin dayîn. Di dema Ebdulhemîd de jî rewşeke bi heman rengî çêbûbû.   Piştî ku serhildana Şêx Ubeydullah hate têkbirin Alayiyên Hemîdiyê ava kirin û dûre jî Komkujiya Ermenan pêk anîn. Ji dema Sûltan Hamîd û bi vir ve vê yekê dewam kir. Di serî de berxwedana Kurdan hate şikandin û ji ber vê yekê yên ku li berxwedana Kurdan nedibûn xwedî û heta ji xwe re digotin hêzên çepgir û demokratîk, tevî ku bi dewleta Tirk a faşîst re sekinîn jî, di heman demê de xistin nava pêvajoya tesfiyeyê. 

Piştî van tespîtan divê mirov hinekî jî bala bide ser mijara Mîsaqî Mîllî ku di demên dawîn de gelekî dikin rojev.

Mîsaqî Mîllî cara ewilî di meclisa Tirkiyê de sala 1920’an hate bilêvkirin û li gorî wê sînorên Tirkiyê hatin xêzkirin. Sînorên di vê konseptê de cih digirin, tê wateya 'Sonda Neteweyî' ku li başûr parêzgeha Helebê (Idlib jî tê de) digire nava xwe û Dêrazor, Mûsil, Kerkûk, Koysancax û Silêmanî jî di nav de ne. Yanî cografyaya ku îro wek Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye diyarkirin, li gorî Mîsaqî Mîllî jixwe ya Tirkan e. Ji ber vê yekê Idlib, Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê tên tirkkirin. Heçku polîtîkaya Îsraîlê ya li hemberî Filistîniyan ya bi navê "Xaka Wehdkirî" ji bo vê herêmê jî tê meşandin. Lewma yên ku vê rewşê wek polîtîkayeke li dijî PKK'ê dibînin jî di rewşeke wisa de ne ku xefleteke mezin an jî xiyanetê dikin.

Ev yek ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê û herêma Mûsil-Kerkûkê jî derbasdar e. Faktora bingehîn a pêknehatina vê rewşê jî PKK û gerîla ye. Ji ber vê yekê, dema ku êriş dibin ser gerîla, di heman demê de îlozyonekê çêdikin ku tenê gerîla hedef e. Armanca van êrişan tesfiyekirina Kurdistanê ye û civaka wê ye. Ev tenê destpêkek e. Ji wir jî dê bikevin xaka Ereban û xeyala Osmanî pêk were. Proje ev e.

Mîsaqî Mîllî bi vê re ne sînordar e helbet. Yewnanistan û dewleta Tirk her tim di nava têkiliyeke krîzê de ne. Her du jî endamên NATO'yê ne. Lê belê her tim li hemberî hev di pozîsyona parastinê ya êrişkar de ne. Ji ber ku giravên li rojavayê Trakyayê û Derya Egeyê di çarçoveya Mîsaqî Mîllî de ne. Temamiya Qibrisê jî wisa ye. Ev zîhniyeta Mîsaqî Milliyê sedema bingehîn a krîza li rojhilatê Derya Spî ye.

Êrişa dewleta Tirk a faşîst a bi ser Qerebaxê de ya li gel Azeriyan jî di vê çarçoveyê de ye. Her wiha hebûna dewleta Tirk a li Lîbyayê têkildarî sînorên Osnmaniya Nû ye ku dixwazin xwe bigihîninê.

Ev Îttîhatperwerên nû PDK’ê li se sînorên başûr ên Mîsaqî Mîllî wekî Hespê Troyê bi kar tînin û Îxwanî Muslimîn jî ji bo vê projeyê bi kar tînin. Ev desthilata faşîst û pir pragmatîk li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û dema karê xwe pê xilas dibe, ji bo tunekirinê jî çi ji dest tê, dike. Di demên dawîn de kuştina Cemal Xaşiqçî ku navê wî gelek caran derbas dibe, yek ji mînakên herî zelal ên vê yekê ye. Her wiha tê zanîn ku çi li cemaeta Fetullah Gulen kirin.

Ev hemû daxwazên desthilata faşîst a AKP/MHP'ê ne. Baş e şansê pêkhatina van tiştan heye?

Di nava sînorên Mîsaqî Mîllî de bi dehan gel hene. Osmaniyan ev dever bi zora çekan dagir kirin û gelek civak qir kirin. Heman dever ji aliyê hêzên din ve bi zora çekan ji destê Împaratoriya Osmanî hatin derxistin. Lê beriya ku çek bikevin devrê, dewleta Osmanî ji aliyê aborî û siyasî ve bûbû pabendî hêzên din. Opozîsyona hundirîn xurt kirin. Û dema hate parvekirin jî bi çekan hate kirin. Lewma Şerê Cîhanê yê Yekemîn parvekirineke nû ya serweriyê û bidawîbûna împaratoriyên heyî bû. împaratoriyên Osmanî yên Prûsya, Awisturya-Macaristanê û împeratoriya Rûsyayê mînakên vê yekê ne. Bi vî rengî împaratoriyên klasîk hatin bêbandorkirin, li şûna wan hêzên kapîtalîst, modernîst, hegemon hatin bicihkirin. Ev yek ji aliyê dîroka siyasî-aborî ve rewşeke nû ye. Heke ev rewşa nû rast neyê nirxandin, ne pêkan e ku rûdanên gengaz ên roja îro rast werin nirxandin.

Ji ber vê yekê, îro çiqasî êriş bike û qirkirina gelan bike jî, dewleta Tirk nikare careke din bibe Împaratoriya Osmanî. Ne Kurd û ne jî hêzên cîhanî û herêmî rê nadin vê yekê.  Kurd dê bi felsefeya rêber Apo xwe bi rêxistin bikin, tê bikoşin û teqez dê bi ser bikevin. Îro berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî û xiyanetê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana gelê Mexmûrê û Rêveberiya Xweser a Şengalê ya li dijî her şêwe xiyanet û êrişên qirkirinê, israra azadiyê nîşan dide. Li hemberî vê berxwedanê Osmaniyên nû ji bilî hemwelatîbûna azad a wekhev, şansê jiyana bi Kurdan û gelên din re roj bi roj ji dest didin.

Ji ber vê yekê, konsepta bi navê Mîsaqî Mîllî yan jî Osmaniya Nû bi tenê zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst nîşan dide. Li hemberî vê zîhniyetê, xeta berxwedan û azadiyê ya Apocî, dê teqez bi ser bikeve. Ne rastiya herêmê û ne jî cîhan ji xwe re împaratoriyên nû qebûl nake. Herî dawî bi destê şefê faşîst Erdogan welatên dewlemend ên petrolê û hêzên ji rojava ev yek nîşan dide. Erdogan ku bi avakirina qesrê difikirî ku wê bibe împarator, bûye têkçûyî ku mîna Îttîhatperweran ji dîrokê ders dernexistiye.

Dibe ku di demeke kurt de xeyalên Osmanî yên dewleta Tirk a faşîst, bi serkeftinên leşkerî hin encaman bi dest bixin lê dê li dîwarê berxwedanê yê gelan biqulibin. Kurdên Apocî dê bi jin û mêrên xwe re vê dîwarê berxwedanê yê herî bingehîn ava bikin. Hêza vî dîwarî ne tenê li dijî dagirkeriyê, her wiha bi berxwedana li dijî xiyanetê wê zêde bibe.

Ji ber vê yekê, em bi gotina 'Niha dema parastina Kurdistanê ye' li dijî Împaratoriya Osmanî û her şêwe êrişên qirkirinê, bi rengekî çalak tev li têkoşîna qedandina dagirkerî û xiyanetê bibin.