​​​​​​​Şaneyên DAIŞ'ê li kampa Holê du kes birîndar kirin

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li beşê 4'an ê kampa Holê gule li du ciwanan reşandin û ew birîndar kirin.

​​​​​​​Şaneyên DAIŞ'ê li kampa Holê du kes birîndar kirin
2 gulan, 2022   15:43
HESEKÊ

Li gorî agahiyan, birîndarê yekemîn bi navê Ûsama Nasir El-Wegai ye, sala 2002'yan li bajarê Dêrazorê jidayik bûye. Ûsama El-Wegai bi serî û destê xwe de birîndar bûye niha li nexweşxneya Heyva Sor a Kurd a li kampê derman dibe. Tê gotin ku rewşa wî baş e.

Birîndarên din bi navê Hemûdî Casim Letûf e, sala 2001'ê li bajarê Bûkemal ji dayik bûye. Hemûdî bi du guleyan di serî xwe de birîndar bûye û rewşa li giran e û li nexweşxaneyên bajarê Hesekê tê dermankirin.

Ûsama Nasir El-Wegai ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re got, 3 kesên çekdar wan revandin û navên kesên ku depoyên li beşê 5'an vala kirine  pirsî, piştre gule li wan reşandin û reviyan.

(bb)

ANHA