PYD'ê banga xwedîderketina li Şengalê kir

PYD'ê got, êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê dighêjin asta qirkirinê. PYD'ê bang li gelên li Kurdistan û yên derveyî welat kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

PYD'ê banga xwedîderketina li Şengalê kir
2 gulan, 2022   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji aliyê dewletên herêmî ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Kazimî û Partiya Demokrat a Kurdistanê komployeke plankirî ya hevbeş heye ku nîşaneyên wê eşkere ne. Artêşa Iraqê ji duh êvarî ve êrişeke berfireh li ser civaka Êzidî ya Şengalê pêk tîne. Ev şerê ku hikumeta Iraqê li ser gelê me yê Êzidî yê li Şengalê daye destpêkirin dighêje asta qirkirinê. Civaka Êzidî di hemû pêvajoyên dîrokî de li hemberî hêzên şer û tarî û fikirê tundraw sekinî.

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker serweriya Iraqê binpê dike, gundên kurdan topbaran dike û gelê Kurd qir dike, artêşa Iraqê van êrişên derexlaqî li ser Şengalê pêk tîne. Pêwîst e hikumeta Iraqê ya ku eşkere bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e, girêdana xwe bi komployên dewleta Tirk veke û li hemberî êrişên wê bisekine, ne ku çeka xwe li hemberî gelê xwe yê ku ji ber qirkirin û fermanan êş kişandine, rake. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ew e ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û projeya demokratîk a ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê pejirandine, têk bibe, her wiha da ku qada dagirkeriya xwe berfireh bike û hegemoniya xwe li ser gelên herêmê ferz bike, di heman demê de ewlehî û aştiya navxweyî ya di navbera gelan de têk bike.

Di demekê de ku artêşên dewletan nedikarîn li hemberî rêxistina DAIŞ a terorîst şer kiribana, civaka Êzidî li hemberî hemû şerên bi armanca tunekirina wê bi lehengî li ber xwe da. Piştî ewqas êş û azar mafê civaka Êzidî ya aştîxwaz heye ku biryar bide çawa xwe di nav çareseriyên lihevkirî de bi hikumeta Iraqê re bi rêve bibe, ku hebûn, nasname û serxwebûna civaka Êzidî ya kevnar misoger bike.

Em Meclisa Giştî ya PYD'ê êrişên artêşa Iraqê ên li ser gelê me yê Şengalê bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin ku bi lez vî qirkirinê rawestîne. Her wiha em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk ên rizgariyê yên li tevahî Kurdistanê û derve dikin ku li hemberî vê qirkirinê bisekinin ku xeteriyeke mezin li ser hebûn û nasnameya gelê Kurd ê resen li herêmê. Her wiha bang dikin ku li hemberî hemû planên hêzên dagirkerên Kurdistanê, di serî de dagirkeriya Tirk bibin yek."

(bb)

ANHA