Artêşa Iraqê êrişî hêzên parastinê yên Sinûnê kir; şer didome-HATE NÛKIRIN

Artêşa Iraqê di saetên siharê de karwanek zêde ya wesayîtên zirxî derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojava kir. Li Sinûnê jî artêşê carek din êriş kir, şer dewam dike.

Artêşa Iraqê êrişî hêzên parastinê yên Sinûnê kir; şer didome-HATE NÛKIRIN
2 gulan, 2022   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya li Şengalê dewam dike, Artêşa Iraqê ku bi fermana hikumeta Kazimî ev demeke Şengalê dorpêç dike, duh bi şev di saetên dereng de carek din kete nav liv û tevgereke berfireh.

Duh bi şev artêşa Iraqê xwest hêzeke mezin derbasî nahiya Sinûnê bike. Lê ji ber parastina Asayîşa Êzîdxanê nekarî hêza xwe derbas bike û di encama êrîşa artêşê de pevçûn derketibû.

ŞER Û SEWQİYAT

Artêşa Iraqê di saetên siharê de bi karwaneke wesayîtên zirxî ku ji 25 wesayîtan pêkdihat derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojavayê Kurdistanê bû. Di nav karwana wesayîtan de tank û çekên giran jî hebûn.

Artêşê Iraqê carek din danê siharê hewl da bihêzek mezin ve bikeve Sinûnê. Artêşê li vir êrişî hêzên parastinê kir, di encama êrişa artêşê de şer derketin. Heya niha jî şer dewam dikin.

Artêşa Iraqê bi zorê hewl dide ji milê Tirbika ve derbasî nehiya Sinûnê bibe, şerê li herêmê dewam dike. Hêzên Asayîşa Êzidxanê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê bersiva êrişan didin. Şer dewam dike.

Çavkanî: Rojnews