​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Çiqas êriş zêde bibin em dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên Minbicê yên ku gundên wan li beramberî herêmên dagirkirî ne, diyar kirin ku her çiqas êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bibin, ew dev ji xaka xwe berandin û dê li hemberî kesên ku çavê xwe berdane xaka wan bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Çiqas êriş zêde bibin em dev ji axa xwe bernadin
2 gulan, 2022   04:08
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Gundên Ereb Hesen, Mihsenlî, Seyada, Ewn Dedet, Cat û Hûşeriyê yên rojava û bakurê bajarê Minbicê rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Şêniyên van gundan ji ANHA'yê re axivîn û diyar kirin ew ê li hemberî van êrişan li ber xwe bidin û warê xwe biparêzin.

' EM DEV JI AXA XWE BERNADIN'

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/01/185941_-.jpg

Welatiyê bi navê Îbrahîm El- Ehmed (63) got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên me topbaran dikin. Bê rehm top û guleyan wekî baranê li ser me dibarinin. Va em li malên xwe û li ser xaka xwe ne."

Îbrahîm El- Ehmed diyar kir ku her çiqas êriş li ser wan zêde bibin, dev ji xaka xwe bernadin û wiha domand: "Ji ber êrişên bêserûber ên li ser gundên me zarokên me ditirsin. Her çiqas êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me zêde bibin em dev ji gund û xaka xwe bernadin. Ev xak bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, em tu carî wê terik nakin."

Îbrahîm El- Ehmed anî ziman ku ew nikarin dûrî axa xwe bijîn û çiqas dijmin û banga derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê dagirkirî kir.

' AXA ME BÛYE BEYAR '

Welatiyê bi navê Ebusetar Hac Hisên (55) diyar kir ku rojane rizqên wan tên topbarankirin û got: "Gunehê me ev e ku em li ser axa xwe û li malên xwe di nav ewlehiyê de dijîn!. Armanc ji van êrişan ew e ku me ji mal û warê me koçber bikin û dest deynin ser xaka me."

Hac Hisên her wiha da zanîn ku dewleta Tirk di êrişên xwe de sivîlan dike hedef û dixwaze xeyalê osmaniyan li herêmê zindî bike û sûcên xwe li dijî gelan zêde bike.

Hac Hisên diyar kir ku li aliyê din ê xeta Sacûr a li gundewarê bakurê Eyn Îsayê, li kêleka eniyên şer, nêzî 60 hektar zeviyên çandiniyê yên wî hene û bi salan e bûye çol, ji ber ku çete rê nedane wî ku çandiniyê bike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/01/190057_-.jpg

Ebdusetar Hac Hisên di dawiya axaftinaxwe de got, çiqas dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe zêde bike, ew dev ji axa xwe bernadin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/01/190007_-.jpg

Welatiya bi navê Sîham Hemo ji bajarê Minbicê got armanc ji êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şikandina îrade û israra gelê herêmê û têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Sîham Hemo îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî û istiqrara herêmê ku hemû pêkhate bi hev re dijîn, têk bibe û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî sûcan pêk tîne û destwerdanê li welatên cîran dike. "

Sîham Hemo di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesta xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk nîşan bide.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/01/190035_-.jpg

Welatiyê bi navê Ebdulhenan Hisên got, divê dewleta Tirk ji ber van binpêkirinan were muhasebekirin.

Ebdulhenan Hisên wiha lê zêde kir: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya xwîna şehîdan ku herêm ji terorê rizgar kirine, di nav ewlehî û aramiyê de dijîn, lê dewleta Tirk bi êrişên xwe ewlehî û aramiya wê têk dibe. Dawiya dawî wê dagirker têk biçin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/01/190135_-.jpg

Welatiya bi navê Hîba El- Ehmed got: "Dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû sûc û binpêkirinan dike û ji bîr kirine ku herêm bi saya xwîna şehîdên wan hatine rizgarkirin."

Hîba El- Ehmed her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IxOWvG2zXSw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>