Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên Cejna Remezanê

Li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên misilman ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên Cejna Remezanê dikin.

1 gulan, 2022   12:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Misilmanên li seranserê cîhanê amadekariyên pîrozkirina Cejna Remezanê dikin. Li Bakur û Rojhialtê Sûriyê jî bi vê boneyê û li gel tedbîrên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sûk qerebalix in û şênî pêdiviyan dikirin.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê welatiyê bi navê Ebdulkerîm Eyn Dîwar got: “Her sal em vê cejnê pîroz dikin, lê îsal cuda ye. Ji ber ku hemwextî cejnê, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.”

Ebdulkerîm Eyn Dîwar wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan ji me xwest ku çi qas şert û mercên dijwar hebin jî, lê cejnan pîroz bikin û bi pêkhateyên din re parve bikin, da ku tevna civakî û hevgirtina gelan xurttir bibe.”

Welatiyê bi navê Ebdullah El-Sebawî got: “Tevî êrişan jî em cejna xwe pîroz dikin. Ew dixwazin vîna me bişikînin û projeya neteweya demokratîk têk bibin, projeya xwe ya mêtinger pêk bînin ku şikandina vîna gelan dike armanc.”

Welatiya bi navê Sîham Şêxmûs jî destnîşan kir ku li herêmê ewlehî heye, lê kel û pel hinekî biha ne. Em dixwazin Komîteya Zimhêrê li ser vê yekê bisekine.

Di dawiyê de Sîham destnîşan kir ku her çiqas êrişên dewleta Tirk zêde bibin, dê hevgirtî bin û dê piştgiriya gerîla bikin.

HESEKÊ

Ji dîmenên ku ajansa me li bajar û navçeyên kantona Hesekê (Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Şedadê) kişandine, qerebalixa li sûkan û kêfxweşiya şêniyan xuya dibe.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hêzên xwe li bajar, bajarok û navçeyan zêde kirine, bendên kontrolê li têketin û derketina sûkan danîne.

(şx)

ANHA