Zelensky bi Nancy Pelosi re civiya

Seroka Meclisa Nûneran a DYA’yê Nancy Pelosi li paytexta Ukraynayê Kîevê bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civiya.

Zelensky bi Nancy Pelosi re civiya
1 gulan, 2022   12:04
NAVENA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Kîevê bi seroka Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Nancy Pelosi û şandeya Senatoya DYA’yê re civiya.

Serokê Ukraynayê twittek belav kir û ji ber “rola wê di parastina serweriya welat û yekitiya xaka wê de” spasiya DYA’yê kir.

Di dîmenan de ku Zelensky li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiriye, Nancy Pelosi dibêje: “Ji bo şerê we yê azadiyê em spasiya we dikin. Hûn ji bo her kesî şer dikin, em ê jî heta dawiya şer piştgiriya we bikin.”

Di nav şandeya DYA’yê de, parlamanter Jason Crowe, Jim McGovern û Adam Schiff jî hene. Şandeyê destnîşan kir ku piştgiriya DYA’yê ji bo Ukraynayê dê dewam dike.

Serdan piştî hefteyekê ji serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken û wezîrê parastinê Lloyd Austin bo Kîevê, pêk tê.

(eh)