MXDŞ`ê Cejna Remezanê li alema îsalamê pîroz kir

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi peyamekê Cejan Remezanê li alema Îslamê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya bihêkirina danûstandinên di navbera pêkhateyên herêmê de.

MXDŞ`ê Cejna Remezanê li alema îsalamê pîroz kir
1 gulan, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya Cejna Remezanê peyamek pîrozbahiyê weşand.

Peyama MXDŞ’ê wiha ye: “Em cejna alema Misilman ku ji bo atşî, azadî û jiyana hevbeş xwedî ked in pîroz dikin. Hêvîdarîn ku ev cejn bibe boneya bihêzkirina danûstandinên navbera tevahî pêkhateyên li herêmê, taybet jî li Şengalê.

Şengal baxçeyê jiyana hevbeşe, divê em xwedî li vî baxçeyî derbikevin. Em bi hevre Şengalê ji hemû plan û êrişên dagirkeran biparêzin.”