Hêzên Parastina Hewayî yên şehîd Delal çalakî kirin

Li gorî nûçeya ANF`ê, Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li derdora Kurojahro li dijî hêzên dagirker çalakî kirine.

Hêzên Parastina Hewayî yên şehîd Delal çalakî kirin
1 gulan, 2022   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ANF`ê ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, li derdora qada berxwedanê ya Kurojahro, Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li yekîneyên artêşa Tirk a dagirker xistine. Li ser encama çalakiyê agahiyên berfireh bi dest neketin.