PYD`ê bi boneya Cejna Remezanê hêviya vegera koçberan li malên xwe kir

PYD’ê Cejna Remezanê li tevahiya gelê Sûriyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêviya vegera koçberan li malên xwe kir.

PYD`ê bi boneya Cejna Remezanê hêviya vegera koçberan li malên xwe kir
1 gulan, 2022   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê Cejna Remezanê li cîhana îslamê pîroz kir.

Di peyamê de hate gotin: "Cîhana îslamê pêşwaziya Cejna Remezanê ya 2022`yan dike û bi rasthatina vê roja mubarek û pîroz em Meclisa Giştî ya PYD`ê gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Li aliyekî din jî hêvî dike ku gelê Sûriyê hêviyên xwe yên mîsogerkirina aştiyê û ewlehiyê pêk bînin û rûpela dagirkirina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê û sûcên li dijî mirovahiyê bizîvirînin û koçber vegerin malên xwe."

(eh)